Ibn Meymûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ibn Meymûn

Ibn Meymûn an jî Rabî Moşe ben Meymûn (רבי משה בן מיימון), ku bi navê Rambam jî tê naskirin (jidayikbûna wî 30'ê adara 1135'an li Kordobayê - mirina wî 13'ê qanûna 1204'an, li Fostatê, Misir), fîlozof û teologê cihû, nagidê (serokê civaka) cihû li Misrê û doktor li hewşa Selahadîn de, ew di nav cihûyên rabînîk de navdar bû.

Dibêjin gerek mirov mezinbûna wî û hejabûna wî bi mezinbûna kêla serê wî bipîve: "Mi Moshe ad Moshe lo kam ké Moshe" (Ji Mûsa bi heta Mûsa, yekî weke Mûsa ranabe) sûreta 34, 10: "piştî wî re kesekî weke Mûsa ji Israîlê derneket. Wî bandoreke hêja li ser fîlozofên medyaval kiriye. Xiristiyan wî bi navê Moïs, Maïymunid û misilman wî bi navê Mûsa bin Meymûn ibn Ebdela el-Kûrtûbî el-Îsraîlî nas dikin [çavkanî pêwîst e].

Berhema wî ya yekem nerxîna li ser Mîşna ye. Ji bona ku adetên (Mishna) yên cihûtiyê ku bi hezar salan ji hev bela bû bûn, bicebirîne, wî berhema dîrokî "Mîşnê Torah" ne bi erebî, ne jî bi aramî lê belê bi îbraniyeke xas nivîsand. Berhema hîn îro jî, çarçoveya, zagonên rabînîk pêk tênin.

Wî mantiqa felsefeya Aristotelesyen li ramana îbranî şîrove kiriye û deriyên nû di psîkolojî û di etnik de vekirne. Lê belê têkariya wî ya herî girîng bi pirtuka "Rêbera ji rê ketiyan" ku tê de ol û zanyariyê li hev têne pêk tê (ev bi erebî nivisandiye).

Çavkanî[biguherîne]