Ibn Ruşd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ibn Ruşd (ji aliyê Andrea Bonaiuto ve di sedsala 14'an de)
Ibn Ruşd, di Mekteba Atînayê de. Ji freskoyekê ku Raffaello Sanzio di sala 1509'an de çêkir

Ibn Ruşd an jî Ebû l-Welîd Mihemed ibn Ehmed ibn Ruşd (bi erebî: أبو الوليد محمد بن احمد بن رشد Abū 'l-Walīd Muḥammad ibn Aḥmad ibn Rushd) di 1126an de li Qurtubeyê (bi spanî: Córdoba, îro li Spanyayê ye) ji dayîk bûye û di 10'ê berfanbarê 1198'an de li Merakeşê miriye.

Ew fîlozof, qazî, erdnîgarnas, matematîkvan û doktorekê ko bi eslê xwe ji qebîleyê elmiwehidan ê berberiyên de dihatîbû.

Jiyan û xebat[biguherîne]

Ibn Ruşd di sala 1126an de li bajarê Endulusê Qurtubeyê (bi spanî: Córdoba) hate dinê. Ew di malbateke qaziyan de hatibû dinê. Kalê wî Ebû l-Welîd Mihemed (mirin 1126) qaziyê elmurabitan bû. Bavikê wî jî hate ko xanedana elmiwehidan hate Endulusê li eynî wezîfe bû. Wî di hevotina xwe dad, doxtorî, fîlozofî xwend. Di 1153an de wezîrê elmiwehidan Ibn Tufeyl, wî bi hikûmdar Ebû Yequb Yûsif ve danasîne. Ebû Yequb Yûsif jî wî bi Ebû Zûhr ve danasîne û Ebû Zûhr pê re dibe mamosteyê Ibn Ruşd. Di 1160an de ew tê anîna qazîtiya Îşbîliyeyê (îro bi spanî: Sevilla). Di wan çaxên umrê xwe de ew dest bi şirove kirina berhemên Arîstoteles dike. Ew pê re li Roava bo van xebatên xweyên ser şiroveyên Arîstoteles wek Kommentator, ango Şirovevan, tê navkirin. Ew di jiyana xwe de li gelek meqamên girîng û ciyawazî dişixule. Ew di 1169an de tê vebuhtina dadrêsiya Córdoba û Sevilla, di 1182an de jî dibe doxtorê xelîfe Ebû Yequb. Lê pê demeka kurt re ew vedigere qazîtiya Córdoba. Ew di 10 berfanbarê 1198an de li Fasê dimire.

Bi xebatên xwe li Rojava[biguherîne]

Ibn Ruşd bi xebatên xwe yên li ser berhemên Arîstoteles li dinêyê Rojava rind dihat nas kirin. Ew di nav xiristiyanên rojava de bi navên xwe yên rast pirtir wek Averroes û bi ûnvana Kommentator dihat nas kirin. Ew li rojava ewqas tê nas kirin û ewqas bal kişandibû ko, di şopa wî de rêbarekê bi navê averroîzm hatibû peyda kirin. Nivîskarê Dante di berhema xwe ya navdarê bi navê Komedyaya Xwedayî de bi Arîstoteles ve behsa wî dike.

Yek ji berhemên xwe yên herî navdar, ya ko bi navê Bêvaciya Bêvacî, li ser rexneyên berhema Îmam Xezalî ya bi navê Bêvaciya Fîlozofan û fîlozafan hembera Xezalî diparêza bû.

Şiroveyên Ibn Ruşd li ser berhema Arîstoteles ya bi navê De anima

Girêdanên Derve[biguherîne]