Ibn Xelikan
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebu'l-Ebas Ehmed bin Xelikan (bi erebî: أبو العباس أحمد بن خلكان, Abu'l-Abbas Ahmad bin Khallikan) (z. 22'ê rezberê 1211 - m. 30'ê kewçêrê 1282) an bi kurtî Ibn Xelîkan, nivîskar, dîrokzan û zaneyekî kurd[1] ê di sedsala 13'an de jiyaye. Her çiqas pirtûk û xebata wiya navdar û bingeha heta îroj mayî Wefayat el Ayan (bi kurdî, Mirina Zadegan) bi zimanê erebî hatibû nivisîn jî gorî hin çavkaniyan ew bi eslî xwe kurd bû. Ew di sala 1211an de li Hewlêrê ji dayik bûbû. Wî di 1256an de dest bi pirtûka xwe kiribû û di 1274an de jî temam kiribû. Di wê pirtûkê de wî jiyana 865 kesî nivisandiye û qeyd kiriye. Wî di wextên cida de li Qehîre û Şamê qazîtî kiribûye. Ew li Şamê di sala 1282an de çûbûye rihmetê.