Îbn Xelikan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ibni Xallîkan hat beralîkirin)
Şemsedîn Ebûl Ebas Îbnî Muhemmed Îbnî Xelîkan
Navê rastî
شمس الدين أبو العباس أحمد بن محمد بن خلكان
Jidayikbûn22ê îlona 1211an
Mirin30ê çiriya pêşîn a 1282an
Şam / Sûrî
EsilKurd
Hevwelatî Xanedana Eyûbiyan
PîşeAlimê Îslamê, Nivîskar û Dîroknas
SerdemSerdema Zêrîn a Îslamê
BandorbarXezalî, Kemaledînê Yûnis, Ehmed Şerefedîn
biguhêreBelge

Ebûl 'Ebbas Ehmedê kurê Xelikan (bi erebî: أبو العباس أحمد بن خلكان‎, lat. Abu'l-Abbas Ahmad bin Khallikan) (jdb. 22ê îlona 1211an − m. 30ê çiriya pêşîn a 1282an) yan bi kurtî Îbn Xelikan nivîskar, dîroknas û zanayekî misilman ê bi eslê xwe kurd[1] ê di sedsala 13an de jiyaye.

Pirtûka xwe ya navdar û binirx heta îroj mayî Mirina Zadegan (bi erebî: وفیات الاعیان‎, lat. Wefayat Eleyan) bi zimanê erebî nivîsandibû.

Ew di sala 1211an de li Hewlêrê ji dayik bûbû. Wî di 1256an de dest bi pirtûka xwe kiribû û di 1274an de jî temam kiribû. Di wê pirtûkê de, wî jiyana 865 kesan nivîsandiye û qeyd kiriye. Wî di wextên cuda de li Qehîre û Şamê qazîtî kiriye. Ew li Şamê di sala 1282an de çûye ser dilovaniya Xwedê.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Firoozeh Papan-Matin. "Beyond Death: The Mystical Teachings of ʻAyn Al-Quḍāt Al-Hamadhānī". r. 97-98 The famous Kurdish medieval bigrapher Abū Al-ʿAbbās Aḥmad ibn al-Khallikān..
  2. ^ ww7.at-tawhid.net http://ww7.at-tawhid.net/m/article-105061340.html?usid=25&utid=5975885658. Roja gihiştinê 17 adar 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]