Ibrahîm Kêvo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ibrahîm Kêvo
Jidayikbûn4ê kanûna paşîn a 1965an (59 salî)
Parêzgeha Hesîçeyê, Rojavaya Kurdistanê, Sûrî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ibrahîm Kêvo (bi erebî: ابراهيم كيفو, Ibrahim Keyfo; wekî Ibrahim Keivo jî tê naskirin), hunermend û muzîkjenekî bi eslê xwe ermenî ye ku di 4ê kanûna paşîn a 1965an de li gundekî ser Hesîçeyê (li Sûriyê û Rojavaya Kurdistanê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li Hesîçeyê kiriye, paşê li Înstîtuta Muzîkê ya Helebê xwendiye. Şagirtê bestekar û muzîkzanê navdar ê suryanî Nûrî Iskender bûye.

Kêvo stranên xwe bi ermenî, kurdî, erebî û suryanî dibêje. Ji xeynî dengê xwe yê xweş, Kêvo lêderekî vîrtuoz î tembûr û baxlema û gelek amûrên têldar ên din jî ye.

Wî wek mamosteyê muzîkê li Hesîçeyê kar dikir.

Beşdarîkirina wî di festîvalên navdewletî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kariyera wî ya navdewletî di 2002an de destpêkir. Tevî kar û çalakiya kompaniya holendî ZT-Hollandia bû. Kêvo li festîvala Kunsten Festival des Arts a Brûselê di versiyona tevî muzîka Nûrî Iskender a trajediya Bacchus a Eurîpîd de beşdarî kir. Pişt re di gelek festîval û projeyên muzîkê yên navneteweyî de pişkdar bû, wekî li Maison des Cultures du Monde (Parîs) û li Institut du Monde Arabe (Parîs) û Festival de l'Imaginaire (Parîs) û hwd. Wî di 2008an de jî konsera xwe ya solo li operageha Şamê çêkir.

Di 2009 û 2012an de bû mêvanê festîvala Morgenland Festival Osnabrück a Almanyayê. Îsal jî (2013) li Hewlêrê tev li yekem festîvala International Music Summer Erbil bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]