Imre Kertész
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Imre Kertész [ˈimrɛ ˈkɛrtes] (* 9'ê sermawezê 1929 li Budapeşt, Macaristan) yek ji nivîskarên navdar ên Macar e. Di sala 2002'î de xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye.
Jînenîgarî [biguherîne]
Ji ber ku malbata wî Cihû bû, di dawiya zaroktiya xwe de ji aliyê sazûmaniya Nazî ve tê dîlgirtin û li kampa konsantrasyona mirovan a Auschwitzê bi qasî salekê dimîne. Sala 1948'î dest bi karê rojnamevaniyê û piştre jî nivîskariyê dike. Li dijî sazûmaniya realsosyalîst a Macaristanê jî têdikoşiya. Ev yeka han bandora xwe li çapkirina pirtûkên wî dikir. Di nivîs û pirtûkên xwe de pirranî behsa barbariya li Cihûyan hatibû kirin dikir.
Hin ji berhemên wî [biguherîne]
- Sorstalanság (1975) Bêmiradî
- A nyomkereső (1977)
- Detektívtörténet (1977)
- A kudarc (1988) Pûçderketin
- Kaddis a meg nem született gyermekért (1990) Dia bo zaroka nebûyî
- Az angol lobogó (1991)
- Gályanapló (1992)
- A holocaust mint kultúra : három előadás (1993)
- Jegyzőkönyv / Imre Kertész ; Élet és Irodalom / Esterházy Péter (1993)
- Valaki más : a változás krónikája (1997)
- A gondolatnyi csend, amíg a kivégzőosztag újratölt (1998)
- A száműzött nyelv (2001)
- Felszámolás (2003) Têkbirin