Institut national des langues et civilisations orientales

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Înstîtûta Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (bi fransî Institut national des langues et civilisations orientales) li Parîsa paytexta Fransayê ye û li dema Şoreşa Fransayê hatiye damezirandin. Ew yek ji dameziryayiyên mezin li Fransayê ye ko taybetmenda warê ziman û bajêrwarî yên Asyayê ye. Kurtenav anko kurteya wê INALCO ye û bi awayekê nefermî xelk dibêjnê langzo (bi Fransî Langues O) ko kurtkirî ya peyvên "Langues Orientales", anku "Zimanên Rojhilat" e.

Zêdetir ji 90 zimanan li INALCO'yê dihên hîn û fêrkirin. Ew ziman ev in: zimanên Asyayê, Afrîkayê, Ewropaya Rojhilat, başurê Okyanûsa Aram, zimanên Fîno-Ugrîk û zimanên xwecihî yên Amrîkayê.

Dîrok[biguherîne]

Ev bingeh li 30'ê adara 1795'ê, wekî Dibistana Taybetî Zimanên Rojhilatê anko École spéciale des Langues orientales hat damezirandin. Armanca wê ew bû ko zimanên zindî yên rojhilatî ko jibo siyaset û aboriya Fransayê baş bin fêr bike. Vê dezgeha ku çend caran navê wê hatiye guhertin, bi dû re ji dibistaneke taybetî veguheriyaye ser Enstîtuyekê û heta sala 1985'an bi Zanîngeha Sorbonê ve hatiye girêdan. Ji 1985'an û bi sûn ve INALCO'yê statuyeke zanîngeheke serbixwe wergirtiye û ji Sorbonê veqetiyaye. Îroj nêzî 10 000 xwendekarên wê hene ku bi 93 zimanan perwerdehiyê dibînin. Herçî zimanê kurdî ye, ew ji sala 1948'an ve ye ku li INALCO'yê tê perwerdekirin, kesên mîna Roger Lescot, Kamûran Bedirxan, Joyce Blau, Abdulrehman Qasimlo, Michael Chyet, Halkawt Hakem, Christine Allison û Îbrahîm Seydo Aydogan di besê kurdî de mamostetî kirine.


48°49′39″Bk 2°22′35″Rh / 48.8275°Bk 2.37639°Rh / 48.8275; 2.37639

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)