Irgûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Irgûn
ארגון צבאי לאומי Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Irgûn
DewletYishuv Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1931 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
Nerîna siyasîMilê rastê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîRevisionist Zionism û neteweperwerî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Irgûn, bi îvrît: ארגון צבאי לאומי, Irgûn Tzsva’î Le’ûmî‚ rêxistineke çekdarî ya cihûyan bû. Bi kurtî wekî Etzel an IZLê jî tê binavkirin. Navê wê tê wateya "rêxistina çekdarî ya welatê Îsraelê". Peyva "irgûn" jî bi îvrît (hebrayî, îbranî) di wateya "rêxistinê" de ye.

Sala 1931ê de ji aliyê partiya revîzyonîst ve tê damezirandin. Avraham Tehomî yek ji fermandar û damezrînerên vê rêxistinê bû. Di derketina rêxistinê de hin aliyên ku îro jî nayên zanîn hene.

Beriya damezirandina Îsraelê, di nava salên 1931 - 1948ê de li herêmê têdikoşiya. Gorî hinekan wekî rêxistineke terorîst jî tê dîtin. Vê rêxistinê li dijî mêtîngeriya Brîtanyayê têkoşîn dida, lewra wê demê li herêmê brîtanî hebûn. Herwiha li dijî hêzên ereban jî.

Fermandarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avraham Tehomî, yekem fermandarê Irgûnê

Di bin fermandariya Yabotînskî de rêxistin êrîşên bombeyî yên mezin pêk tîne. Gelek baregehên eskerî yên brîtanî dide ber bombeyan. Sala 1940ê Yabotînskî dimire, hêza rêxistinê jî bidawî dibe. Davîd Razîel bi polîsên brîtanî ve lihev dike. Dûv re ev rêxistin bi brîtanî re hevalbendiyê dike. Rêxistin dala 1948ê sê eskerên Îsraelê jî dikuje.

Ji vê rêxistinê gelek komikên nû derdikevin. Sala 1952yê nameyeke bombeyî dişînên bo serokê Almanyayê Konrad Adenauer, lê nameyê polîs vedikin û di teqînê de polîsekî alman jiyana xwe ji dest dide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • J. Bowyer Bell: Terror Out of Zion: The Fight for Israeli Independence. 1996, ISBN 1-56000-870-9, S. 9–61
  • Henning Sietz: Attentat auf Adenauer. Siedler, München 2003, ISBN 3-88680-800-9
  • Benny Morris: Righteous Victims - A History of the Zionist-Arab Conflict. 1881–2001. Vintage Books, 2001.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]