Jîr Dilovan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Jîr Dilovan nivîskar û wergêrekî kurd e.

Sala 1956'an li gundê Hêştireka Midyadê hatiye cîhanê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê û dibistana mamostetiyê jî li Kirşehir bajarê Tirkiyeyê, sala 1975an qedandiye. Dû re jî xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anatolî ya Eskîşehirê kuta kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin. (Welat, Welatê me, Rewşen, Jiyana Rewşen, Nûdem, Huner, Amara, Kovara W) Di kovarên Huner û Amara de di desteya weşanê de cîh girtiye. Leyîstika wî ya bi navê Qolinc (15 beş) û gelek skeçên wî di Med Tv de hatine weşandin. Di Televizyona Mezopotamya de, di bernameya Rojbaş Kurdistan de, dersên zimanê Kurdî dane û demekê bernameya "Destpêka Rojê" amade û pêşkêş kiriye. Di Radyoya Dengê Mezopotamya de, sê bernameyên wêjeyî yên bi navê "Ji Kaniya Wêjeyê," "Şana Helbestê" û "Li Benda Rojê" amade û pêşkêş dike. Niha li Almanya dijî.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]