Jacques Yves Cousteau

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Jacques Yves Cousteau (1976)

Jacques Cousteau, wek Jak Kusto bixwîne (z. 11'ê pûşperê 1910 – m. 25'ê pûşperê 1997), di sala 1910’an de li Saint-André-de-Cubzac, Gironde, Fransayê ji dayik bû.

Bala wî kişiya ser deryayê û binê avê û ji sala 1936’an û pê ve dest bi lêkolînan kir. Deryager Cousteau, her ku geriya heyranî cîhana binê avê bû. Cousteau, di sala 1951’ê de keştiya bi navê Calypso (Kalîpso) kirî û ji bo karibe zêdetir di bin avê de bimîne hin alav pêş xist. Cousteau, li hemû deryayên cîhanê lêkolîn û lêgerîn pêk anî û fîlmên cîhana binê deryayan kişand û li ser pirtûk nivîsand. Wekî din, muze û akvaryûmên mezin ava kir.

Deryager Cousteau, di xebatên xwe de lê rast hatiye ku li Tengava Cîbraltarê de, ava şêrîn û ava şor, tevlî hev nabe. Li gorî gelek kesan piştî vê encamê, Cousteau ola xwe guherandiye û bûye misilman[çavkanî pêwîst e], lê ji aliyê din ve weqfa Deryager Cousteau, vê angaştê derew derdixe.

Deryager di 8'ê gulana sala 1997'an de mir.

Çavkanî[biguherîne]