Jan Arslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Jan Arslan hunermendekî kurd e.

Jan Arslan, li navçeya Qosera Mêrdînê hatiye dinyê. Dibistana seretayî ya navîn û lîseyê li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Endezyariya avahiyê qedandiye. Heta zaningehê guhdarvanê muzikê bû. Gava ku dest bi zanîngehê kir, dest bi muzîkê jî kiriye. Bi gîtareke erzan û bê kurs xwe û bi xwe, bi amatorî gav avêtiye muzikê.

Di sala 2002'an de li bajarê Mêrdînê dest bi xebata endezyariyê kir. Li Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê de di projeyên avahiyê de xebitî. Li ofîsa endezyariyê di demên xwe yî vala de dest bi ceribîna stranên xwe kir. Strana yekem ku awaza wê çêkiriye strana Keçaperî yê ye. Ji ber ku ev stran ji aliyê gelek însanan ve hate ecibandin, li ser hinek stranên din jî xebitî. Stranên di albûma Evînperwer de jî ew stranin.

Bi nasîna Ayhan Evcîyî re xebatên muzîkê bi profesyonelî dest pê dike, bi wî re xebatên albûma xweyî yekem Evînperwer qedand. Albûma yekem, Evînperwer bi şirîkatiya Sony / Pelrecordsê di sala 2010'an de derket.

Jan, xebatên xweyî li ser muzîkê û endezyariyê li Qoserê didomîne û li Qoserê dijî.

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]