Jane Austen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jane Austen
Jidayikbûn16ê kanûna pêşîn a 1775an(1775-12-16)
Steventon Rectory, Hampshire, Inglistan
Mirin18ê tîrmeha 1817an
Winchester, Hampshire, Inglistan
Cihê goristanêWinchester Cathedral, Hampshire
Serdem1787–1817
Şanenav
biguhêreBelge

Jane Austen (jdb.16ê kanûna pêşîn a 1775an , m. 18ê tîrmeha 1817an) romannivîseke îngilîz bû ku bi awayekê serekî bi her şeş romanên xwe yên serekî, ewên ku şirove û behsa çîna axayan a Brîtaniyayî li dawiya sedsala 18ê dikin û rexne dikin, dihêt niyasîn. Pîlanên Austenê behra pirtir li girêdayîbûn û hewceyîya jinan bi zewacê re, ji bo peydakirina statû anko pêgeheka civakî û ewlehiya aborî vedikolin. Berhemên wê romanên hest û sozan ên nîva duyê ji sedsala 18ê hildisengînin û wekî beşek ji derbasbûna ber bi rastîparêziya wêjeyî ya sedsala 19ê dihên hesibandin.[1] [a] Bikarînana îroniya bêrehm, bi rastîparêzî (realîzm) û şiroveya wê ya civakî re, bûye sedema wê ko di nav rexnegir û lêkolan da pesinên wê bihên dan.

Bi weşandina Sense and Sensibility (1811) , Pride and Prejudice (1813), Mansfield Park ,1814), û Emma (1816), wê serkevtineka sivik bi dest xist lê di jiyana xwe hemiyê da tenê navûbangekê hindik ji ber ku kitêbên wê bi rengekê nenas (bi bê navî) dihatin weşandin. Wê du romanên dî nivîsîn Northanger Abbey û Persuasion ku herdu jî piştî mirina wê li sala 1818ê hatin weşandin û dest bi yeka dî kir bi navê Sanditon, lê berî qedandina wê mir. Wê her weha sê cild ji nivîsên dema ciwaniyê di destnivîsan da li pişt xwe hiştin, romana kurt a Lady Susan û romana xelasnebûyî The Watsons.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jane Austen li Steventon, Hampshire, di 16 Kanûna 1775ê de ji dayik bûye. Ew heyvekê derengtir ji pêşbîniya dê û bavên xwe hat dinê. Zivistana 1776an bi taybetî a dijwar bû, ji ber vê yekê jî ew li 5 Nîsanê li dêra deverê ji nû hat imad kirin, hema bi navê Jane bi tenê. [3]

Dêra St Nicholas li Steventonê, wekî ku di Bîranîneke Jane Austenê de hatiye wêne kirin. [4]

Perwerandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cassandra Austen, xwişka Janê û hevala wê ya herî nêzîk.

Di sala 1783ê, Austen û xwişka wê Cassandra ji Oxfordê re hatin şandin daku ji hêla stî Ann Cawleyê ve werin perwerandin, ku wê herdu xwişk bi xwe re birin Southampton gava ku paşî her di wê salê de mala xwe bar kirî wir. Di payîzê de herdu keç hatin şandin malê dema ku ew bi nexweşiya tifûsê ketin û hema hind mabû Astin bimire.[5] Austen ji wê demê ve li malê hat perwerandin, heya ku ew bi xwişka xwe re ji destpêka sala 1785an de beşdarî dibistana hewandinê (dibistanên ku xwendekar tê de dijîn) ya li Readingê bû li Dibistana Keçan a Dêra Readingê.[6] karnameya dibistanê behra bêtir ji hin Fransî, rastnivîsîn, karê derzî, reqs û muzîk û, belkî, dramayê jî pêk dihat. Xwişk berî Kanûna 1786ê vegeriyan malê ji ber ku xercên dibistanê ji bo herdu keçan ji bo malbata Astinê pirr giran bûn.[7]

Perwerdehiya wê ya mayî ji xwendinê hat, ku ji hêla bav û birayên wê Ceymis û Henry ve dihat rêberî kirin.[8] Irene Collins bawer dike ku Austenê "hinek ji eynî kitêbên wan kurran" ên ku bavê wê ders ji wan re didan, bi kar anîn.[9] Xuya ye ku Austenê destpêgihiştineke baş hem ji bo kitêbxaneya bavê xwe û hem jî ji bo ya hevalekê malbatê,Warren Hastings, hebû. Van berhevokan bi hev re kitêbxaneyeke mezin û cihêreng pêk anî. Bavê wê jî li hember ceribandinên Austenê ên carinan xeternak di nivîsandinê de yê bitehemil bû, û ji bo nivîsîn û wênekirinê kaxezên bihagiran bi keristên din re ji bo wê û xwişka wê peyda dikirin.[10]

Şanoyên taybet beşeke bingehîn a perwerdehiya Austenê bûn. Ji zarrokatiya wê ya zû ve, malbat û hevalan hejmareke lîstikan li embara Rektoriyê lîstin, di nav de (The Rivals ,1775) ya Richard Sheridan û Bon Ton ya David Garrick î. Birayê mezin ê Austenê, James, pêşgotin û paşgotin dinivîsandin û dibe ku Austen li berahiyê wekî temaşevan tevlî van çalakiyan dibû û paşê jî wekî beşdar bi xwe.[11] Pirraniya lîstikan kenekname (komedî) bûn, ku ev jî pêşinhar dike ka behreyên satirîkî ên Astinê çawa hatine çandin.[12] Di dazdeh saliya xwe de, wê destê xwe di nivîsandina dramatîk de ceriband; di salên xortaniya xwe de sê kurte şano nivîsîn.[13]

Weşandin û nivîskara jin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîna gelek nivîskarên jin ên wê çaxê, Astinê jî kitêbên xwe bênav diweşandin.[14] Wê demê, dewr û rolên îdeal ên jinê weke jina kesekî û dayikînî bûn, nivîsandin ji bo jinan weke şeklê çalakiyeke duyemîn û ne ji ewlewiyetan dihat dîtin; jina ku dixwast bibe nivîskareke hertimî dihate dîtin ku mêyatiya xwe kêm dike, ji ber vê yekê kitêbên jinan bi gelemperî bênav dihatin çap kirin da ku wî wêneyî bihêlin ê ku wisa diyar dike ku nivîskara jin tenê wekî karekî nîv-demî weşanê dike, û qet nagerrit da ku bibe "şêrejina edebî" (anku stêrkek). [15]

Weşandina piştî mirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi heyvan piştî mirina Astinê ya ku di Tîrmeha 1817an de, Cassandra, Henry Austen û Murray ji bo weşandina Razîbûn û Northanger Abbey wekî yek cild hazirî kirin.[b] Henry Austen di Şaneke Jiyannameyî a bi tarîxa Kanûna 1817an de beşdarî kir, ku ji bo yekem car xwişka xwe wekî nivîskara van romanan nasand.[17] Sûk û bazara wan ji bo salekê di baş bûn— di dawiya 1818an de bi tenê 321 nisxe nefirotî man.[18]

Berhemên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roman

  • 1811, Hiş û Hestiyarî (Sense and Sensibility)
  • 1813, Serbilindî û Pêşdawerî (Pride and Prejudice)
  • 1814, Parka Mansfîldê (Mansfield Park)
  • 1815,Emma
  • 1818 (Piştî mirina wê), Dêra Nortangirê (Northanger Abbey)
  • 1818 (Piştî mirina wê), Razîbûn (Persuasion)
  • 1871 (Piştî mirina wê), Sitî Susan (Lady Susan)

Çîrokên netemamkirî

  • 1804, Watson (The Watsons)
  • 1817, Sanditon (Sanditon)

Berhemên din

  • 1793-1800, Sir Çarlisê Grandison (Sir Charles Grandison)
  • 1815, Plana Romanekê (The plan of a Novel)
  • 1796-1817, Helbest
  • 1796-1817, Dua
  • 1796-1817, Name

Berhemên di ciwaniya xwe de nivîsîn— Cildê Yekê (1787-1793)

  • Fredrik & Elfrîda
  • Jak & Elîs
  • Edgar & Êma
  • Hênrî û Elîza
  • Serpêhatiyên Rêzdar Harlî
  • Sir Weliyam Mantîgeyo
  • Bîranînên Rêzdar Klîfordî
  • Kasandiraya Delal
  • Ameliya Webster
  • Seredan
  • Tişta Nepen
  • Hersê Xwişk
  • Perçek
  • Wesfandineke Delal
  • Qeşeyê Merd
  • Ji bo Dilpêvemanê Şi'rek

Berhemên di ciwaniya xwe de nivîsîn— Cildê Duyê (1787-1793)

  • Viyan û Dostanî
  • Kela Lesliyê
  • Dîroka Inglistanê
  • Berhevokeke Nameyan
  • Jina Feylesof
  • Pişka Yekê ya Keneknameyekê
  • Nameyek ji Sitiyeke Ciwan ve
  • Geştek di Nava Wêlsê de
  • Çîrokek

Berhemên di ciwaniya xwe de nivîsîn— Cildê Siyê (1787-1793)

  • Evlîn
  • Katrîn
NovelsUnfinished fictionOther works
  • Sir Charles Grandison (adapted play) (1793, 1800)[c]
  • Plan of a Novel (1815)
  • Poems (1796–1817)
  • Prayers (1796–1817)
  • Letters (1796–1817)

Juvenilia—Volume the First (1787–1793)[d]

  • Frederic & Elfrida
  • Jack & Alice
  • Edgar & Emma
  • Henry and Eliza
  • The Adventures of Mr. Harley
  • Sir William Mountague
  • Memoirs of Mr. Clifford
  • The Beautifull Cassandra
  • Amelia Webster
  • The Visit
  • The Mystery
  • The Three Sisters
  • A Fragment
  • A beautiful description
  • The generous Curate
  • Ode to Pity

Juvenilia—Volume the Second (1787–1793)

Juvenilia—Volume the Third (1787–1793)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Grundy (2014), 195–197
  2. ^ MacDonagh (1991), 65, 136–137.
  3. ^ Le Faye (2004), 27
  4. ^ Le Faye (2004), 20
  5. ^ Le Faye (2004), 47–49; Collins (1994), 35, 133.
  6. ^ Todd (2015), 3
  7. ^ Tomalin (1997), 9–10, 26, 33–38, 42–43; Le Faye (2004), 52; Collins (1994), 133–134
  8. ^ Grundy (2014), 192–193; Tomalin (1997), 28–29, 33–43, 66–67; Honan (1987), 31–34; Lascelles (1966), 7–8
  9. ^ Collins (1994), 42
  10. ^ Honan (1987), 66–68; Collins (1994), 43
  11. ^ Le Faye (2014), xvi–xvii; Tucker (1986), 1–2; Byrne (2002), 1–39; Gay (2002), ix, 1; Tomalin (1997), 31–32, 40–42, 55–57, 62–63; Honan (1987), 35, 47–52, 423–424, n. 20.
  12. ^ Honan (1987), 53–54; Lascelles (1966), 106–107; Litz (1965), 14–17.
  13. ^ Tucker (1986), 2
  14. ^ Irvine, 2005 15.
  15. ^ Irvine, 2005 10–15.
  16. ^ Honan (1987), 317.
  17. ^ Tomalin (1997), 272.
  18. ^ Tomalin (1997), 321, n.1 and 3; Gilson (1986), 136–137.


Xeletiya çavkanî: <ref> tags exist for a group named "lower-alpha", but no corresponding <references group="lower-alpha"/> tag was found