Jaroslav Heyrovský
| Jaroslav Heyrovský | |
Jaroslav Heyrovský li cem xebata xwe
|
|
| Zayîn | 20'ê berfanbarê 1890 Prag, |
| Mirin | 27'ê adarê 1967 (76 salî) Cambridge, |
| Netewe | Çek |
| Hevwelatî | Çekoslovakya |
| Qada xebatê | Polarografî, Elektroanalîtîk kîmya |
| Kargeh | Royal Air Force |
| Zanîngeh | Zanîngeha Charles a Pragê, Akademiya Zanîngeha Londonê |
| Xebata navdarbûnê | Polarografî, Elektroanalîtîk kîmya |
| Xelat | Xelata Nobelê ya Kîmyayê (1959) |
| Zewac | Marie Koranová |
Jaroslav Heyrovský (bilêvkirina bi kurdî: Yaroslav Heyrovskî) (20'ê berfanbarê 1890 - 27'ê adarê 1967) kîmyager û dahênerekî çek bû. Ew weke bavê metodên elektroanalîtîk tê zanîn ku ev şêwaz di kîmyaya analîtik de tê bikaranîn.[1] Jaroslav ji bo xebata xwe ya polarografiyê di sala 1959'an de Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtiye.[2][3]
Naverok |
Jînenîgarî[biguherîne]
Jaroslav Heyrovský di sala 1890'î de li Pragê ji dayîk bûye. Kurê Leopold Heyrovský yê pêncem e. Bavê wî li zanîngeha Charles profesorê beşa Dadnasiya Romayê bû û bi Clara re zewicî bû.[4] Jaroslav li zanîngeha li Pragê ya Charlesê xwendina kîmya, fîzîk û matematîkê kiriye. Di navbera salên 1910 û 1914'an de li Akademiya Zanîngeha Londonê (University College London) xwendina xwe kiriye.
Di dema şerê cîhanê yê yekem de di nexweşxaneya leşkerî de xebitiye. Vî karî derfet dida wî ku di heman demê de xwendina xwe jî bidomîne. Lewma wî di sala 1918'an de mastera xwe li Pragê û di 1921'ê de jî doktoraya xwe li Londonê domand. Wî di sala 1922'an de xebata xwe ya polarografiyê dahênand û piştî vê re li ser elektrokîmyayê hûr bû. Di sala 1926'an de li zanîngeha Charlesê bû profesor.
Di sala 1952'an de bû birêveberê Enstîtuya Polarografiyê ya li Akademiya Zanistan a Çekoslovakyayê ku îro navê wê Akademiya Zanistan a Komara Çekî ye.
Jaroslav di sala 1926'an de bi Marie Koranová re zewicî û keçek (Judith) û kurekî (Michael) wan çêbû. Jaroslav di 1967'an de çû ser dilovaniya xwe û gora wî li goristana Vyšehradê ya li Pragê ye.
Rûmetî û xelatên jiyana wî[biguherîne]
Gelek zanîngehan rûmetî da Jaroslav Heyrovský. Ew di 1927'an de bû akademisyenê Akademiya Zanîngeha Londonê. Di sala 1955'an de ji Zanîngeha Teknîkî ya Dresdenê, di 1956'an de ji Zanîngeha Warşovayê, di 1959'an de ji Zanîngeha Aix-Marseille, di 1960'î de ji Zanîngeha Parîsê rûmetdariya doktorayê wergirt. Jaroslav di sala 1933'an de li Akademiya Amerîkan a Huner û Zanistan, di 1955'an de li Akademiya Zanistan a Macarî û li Akademiya Zanistan a Hindî, di 1962'an de li Akademiya Zanistan a Polonî weke endamê rûmetdar hate hilbijartin. Jaroslav bi dehan caran bû akademisyenê rûmetiyê yê gelek zanîngehan. Ew bû endamê rûmetdariyê yê civaka kîmyayê yên li Çekoslovakya, Awistriya, Polonya, Îngilistan û Hindistanê.
Jaroslav Heyrovský li Çekoslovakyayê xelata pileya yekemîn a dewletê wergirt û di 1955'an de bû xwediyê nîşana neteweyî ya komara Çekoslovakyayê.
Wî dersên polarografiyê li welatên DYA'yê, Rûsya'yê Îngilistanê, Swêd û Komara Gel a Çînê dane xwendin.
Li ser Heyvê ji bo rûmetdarkirina wî navê kraterekê kirine Heyrovský.
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Skoog, Douglas A.; Donald M. West, F. James Holler (1995-08-25). Fundamentals of Analytical Chemistry (7th ed.). Harcourt Brace College Publishers. ISBN 0030059380.
- ↑ Theory of Stationary Electrode Polarography
- ↑ Theory of Stationary Electrode Polarography. Single Scan and Cyclic Methods Applied to Reversible, Irreversible, and Kinetic Systems
- ↑ http://www.steinbauer.biz/familytree/Rodokmeny.htm#_Toc219631234
Girêdanên derve[biguherîne]
- J. A. V. Butler; P. Zuman (1967). "Jaroslav Heyrovský. 1890-1967". Biographical Memoirs of Fellows of the Royal Society 13: 167–191
- F. Calascibetta (1997). "Chemistry in Czechoslovakia between 1919 and 1939: J. Heyrovský and the Prague Polarographic School". Centaurus 39 (4): 368–381
- Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 1959'an