John Cockcroft

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sir

John Cockcroft

OM, KCB, CBE, FRS
Jidayikbûn27 gulan 1897 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Todmorden (West Riding of Yorkshire) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin18 îlon 1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Churchill College Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêAscension Parish Burial Ground Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Brîtanî
Perwerde
  • Victoria University of Manchester
  • University of Manchester Institute of Science and Technology
  • St John's College
  • Richard Huish College, Taunton Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Hevjîn
  • Elizabeth Crabtree Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Knight of the Legion of Honour (1952)
  • Atoms for Peace Award
  • Endamê Royal Society
  • Knight Commander of the Order of the Bath (1953)
  • Commander of the Order of the British Empire (1944) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sir John Douglas Cockcroft, OM, KCB, CBE, FRS (jdb. 27ê gulana 1897an li Todmorden/Brîtanya; m. 18ê îlona 1967an li Cambridge) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1951î bi tevî Ernest Walton, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke dewlemend î fabrîkator de hatiye jiyanê. Sala 1914î li zanîngeha Manchester, dest bi perwerdeya matematîkê kiriye.

Bi vegera ji leşkeriyê ve perwerdeya elektroteknîkê dibîne. Li Metropolitan Vickers Electrical Company du salan dersdariyê dike. Sala 1924î dawî li perwerdeya xwe ya matematîkê jî tîne. Sala 1934î li Royal Society Mond Laboratory a Cambridge xebatê dibîne. Sala 1939î dibe profesorê fîlozofiya xwezayê û heman salî dibe gerînendeyekî lêkolînên dûgelê.

Ji bo artêşê hin sîstemên radaran çêdike. Sala 1944î dibe endamek projektên atomenerjîyê ya Kanada. Sala 1954î dibe endamek saziya atomenerjiyê ya Brîtanya.

Sala 1925î bi Eunice Elizabeth Crabtree re evînmarî bûye (zewiciye).

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Cavendish-Laboratorium bi tevî Pyotr Kapitsa li ser fîzîka meydanên manyetîk û germahiyên ekstrem û awarte lêkolîn kiriye. Ji sala 1928î pê ve bi tevî Ernest Walton li ser protonan xebitiye. Cara pêşîn wî, bi tevî Ernest Rutherford îzaha mîsogerî ya sîklotronê kiriye.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]