John Lennon
John Winston Ono Lennon an jî bi kurtî John Lennon (9 cotmeh 1940 - 8 berfanbar 1980) hunervanê muzîka pop, bestekar, nivîskarê stranan li Liverpoolê (Brîtanyaya Mezin) ji dayîk bûye; gîtarjen, sazbendê keyboardê û stranbêjê koma pop a The Beatles bû.
Di sala 1969'an de bi hunervana japonî Yoko Onu re zewicî, her du protesteke aştîxwaz xistine kar û di nav nivînan de mane û ji nivînan de hevpeyvînên ji bo aştiyê bi cih anîn û fîlm û sêlikeke bi navê Give Peace a Chance ("De fersende bidin aştiyê") çêkirin. Ev strana ha bûye strana neberdkarên aştîxwaz ên hemî cîhanê. John Lennon û Yoko Ono pev re pênc sêlikên single di navbera salên 1971 û 1974'an de derxistin; bi taybetî ya bi navê Imagine (1971) gelek hezkirî bû. Di sala 1975'an de kurê wan Sean hate dinê û ji bo pênc salan John Lennon dest ji çalakiyên muzîkê berda heta sala 1980'î, deng xistibû sêlika xwe ya nû "Just Like Starting Over" dema ku ji aliyê heyranekî ve hate kuştin.
[biguherîne] Çavkanî
- Crystal, David (1994). The Cambridge Biographical Encyclopedia. Cambridge University Press.
| Li Wikimedia Commons medyayên di warê John Lennon de hene. |