Joomla!

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Joomla!
PêşvebirOpen Source Matters
Weşandina yekem17 tebax 2005
Weşandina qewîn
5.0.1 / 27 çiriya paşîn 2023[1]
Embarhttps://github.com/joomla/joomla-cms
Pergala xebitandinêMicrosoft Windows, Unix-like operating system
PlatformCMS
Mezinahî26.3 MB (compressed) 68.3 MB (uncompressed)
Malperhttps://www.joomla.org

Joomla! wekî Php-Nuke, PostNuke, Mambo û hin systemên din paketeke skrîptên amade ne ku bi kodên serbest (open source)hatine bernamekirin û ji wan re Pergala Rêveberiya Naverokan (Content management system, CMS) dibêjin.

Joomla! ku li gor lêkolînan bihêztirîn û biewletirîn systema malpersazî û ragihandinê ya kodên serbest e bi zimanê bernamenivîsînê yê PHP û danegeha (database) MySQL hatiye amadekirin.

Yek ji aliyên herî baş yê vê systemê eve ku mirov dikare bi hêsanî şiklê/dîmenê malperê (qalib) biguhere bêyî ku bandor li ser naveroka malperê bê danîn. Herweha mirov dikare bi hezaran Modul (Parçe), Components (Pêkhatî) û Plugins (Plûgîn) ku bi yek nav ji wan hemuyan re dibêjin Pêvek(Extensions) yên amade ku ji aliyê endamên systemê ve hatine amade kirin bi xorayî li ser systema xwe siwar bike û bikar bîne.

Pergala Joomla! ji du başan pêk hatiye, beşek ji bo bikarhêneran û beşek jî ji bo birêvebiran e. Birêvebir dikarin li her cihê ku înternet û komputerek hebe bikevin hundurê beşa birevebirinê an jî panela kontrolê û malperê birêve bibin û naverok û ragihandinê lê zêde bikin.

Joomla! xorayî(bêpere) ye û ji ber vê yekê jî bi hezaran kes bi hevre ji bona pêşdebirin û baştirkirina systemê ji her aliyê cihanê ve alîkariya hevdu dikin.

Joomla! ji sala 2005:an ve bi versîona 1.0( ya herî dawiyê 1.0.15) dest bi xebatê dike û ji sala 2008:an ve Joomla! bi versîoneke nû bi navê Joomla! 1.5 derkete meydanê û zora hemû CMS-ên din bir. Îro bi sedhezaran malper bi vê systemê weşanê dikin û pergala malpersaziyê ya herî belavbûyî ya cîhanê ye.

Wergera kurmancî ya Joomla! 1.5.x ji bo beşên Administrator(Birêveber), Front(Bikarhêner) û Installation(Siwarkirin) ji aliyê Fîroze û Kamal Mavane û wergera soranî jî ji aliyê Mohamad Jahad ve hatine wergerandin.

Navnîşana dakişandinê li vire: http://www.urmiye.com/joomla/

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Release 5.0.1". 27 çiriya paşîn 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]