Jose Ortega y Gasset

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Jose Ortega y Gasset

José Ortega y Gasset fîlozofê spanî (z. 9 gulan 1883 − m. 18 cotmeh 1955, li Madridê), xwendina xwe li Madrîdê û li zankoyên almanan kiriye. Di sala 1910an de li bajarê xwe yê Madrîdê bû mamosteyê metafîzîkê. Wî bi kovar û nîvîsên xwe hewl da ku ji nû ve çanda û wêjeya spanî zindî bike. Ji van kovaran La Revista de Occidente ya herî bi nav û deng e. Bi destpêka şerê hindûrîn yê Spanyayê re ew ji welêt derket. Pêşî çû Fransayê, piştre jî çû Arjentînê.

Di dawiya jiyana xwe de careke din vegeriya Madrîdê û li wir jiyana xwe ji dest da. Ev nivîskarê spanyol, li qasî ku giringî dida wateya tiştekî, hewqas jî dida rastgotina wê tiştê. Li gor nivîskar Camus piştî Nietzsche re, belkî jî nivîskarê herî bas yê Ewrûpayê ye ew e [çavkanî pêwîst e].

Berhemên wî[biguherîne]

  • Adán en el paraíso (1910: Âdem li behiştê ye)
  • Meditaciones del Quijote (1914: Ramanên li ser Kîşot)
  • El tema de nuestro tiempo (1923: Mijarên Dema me),
  • España invertebrada (1922: Espanyolê bê marîpişt)
  • La rebelión de las masas (1929: Serhildana Gel)

Gelek nivîsên wî yên ku di dersên xwe de jî didan, pistî mirina wî re hatin berhev kirin û bi navê El hombre y la gente (Mirov û xelk) hate çap kirin. Hetanî niha tu pirtûkên Ortega y Gasset wergerkî kurdî ne bûne.