Julius Caesar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Julius Caesar, bustekê ku li nêzîkî Arlesê (Fransa) hatiye dîtin.

Julius Caesar (Sezar), bi tûnî Gaius Julius Caesar, (12'ê tîrmehê, 100 b.z. - 15'ê adarê, 44 b.z.), yek ji împeratorên Romê bû. Wî Galiya teva împeratoriyê kir û dema wî de dema komarê di dîroka Romê de xelas kir û bi tenê dewlet bi dikatoriyê kargêr kir. Navê wî Caesar (anku, Sezar) ji pê wî re di împeratoriya Romê de wek navê împeratoran hat bikaranîn. Dîsa navên wek qeyser û çar ji Caesar hatin afirandin, di Împeratoriya Romê ya Pîroz û împeratoriyên Rûs û Bulgaran de jî hat bikaranîn.

Bavê Julius Caesar, bi hevşêwe navî, li Roma preator bû. Ew jî di 62 b.z. de wek preator hat hilbijartin.

Di 60 b.z. de Caesar bi du kesên din Gnaeus Pompeius Magnus û Marcus Licinius Crassus va triumvîrat (Kargêra Sêkesan) saz kir. Di wê demê de Caesar bû hem konsul hem jî kargêrê Galiya (îroj bakurê Îtalya, Swîsre û Fransayê ye). Wî li wir bi germanan û brîtaniyan re gelek ceng kirin. Caesar di Şerê Galî de dijî germanan fermandarê galiyan bû. Hin dibêjin ku di wê cengê de nêzî 1 milyon german hatin kuştin û nêzî 0,5 milyon kes jî hatin dîl kirin. Caesar ji pê re li ser wê cengê pirtûkeke bi latinî bi navê De Bello Galico ("Li ser Şerê Galî") nivisandî bû. Hin dîroknas wê pirtûkê wek pirtûka herî pêşiya li ser erdnîgariya Fransayê dibînin. Wî di 54 b.z. şûnda çend caran êrîşa girava Brîtanya kir.

Di 53 b.z. Crassus, yek ji triumvîratê, bi destê sasaniyan di cengê de hat kuştin.

Di 49 b.z. de triumvîrat êdî hat feşkilandin û Pompeius û senato Caeser re got ku were Romê û artêşê xwe bifeşkilîne. Li ser vê re Julius Caesar li dijî senato û Pompeius serhilda û êrîşa Romê kir. Senato û Pompeius reviyane Yewnanistanê. Wî di 48 b.z. Pompeius û senato li Yewnanistanê bin xistin û li Romê bi tenê dîktatoriya xwe da zanîn. Ji pê wê re jî di cengên çend salan de li Yewnanistan û Misir û Afrîka bi dawî wî Pompeius di 45 b.z. li Hispaniayê bin xist.

Caesar di jiyana xwe de du jinên Romê re zewicî jî tu zarokên wî nehebûn. Caesar demekê çû Misirê li dijî Pompeius şerấ bike, li wir bi Kleopatra VII re jî hevdît. Ewna evîndarên hev bûn û pê re lawek wan ê bi navê Caesarion çêbûye. Lê ji bo qentûrên Romê ewna nadikanîn bizewicîn. Caesarion ji Caesar şûnda derbazî textê nebû şûna wî pê Şerê Hundir re Octavianus yê ku pê re wek Caesar Augustus tê zanîn, derbazî textê bû û ew dibe împeratorê Romê yê herî pêşîn.

Di dema xwe ya împeratoriyê de wî salnameya xwe ya bi navê Salnameya Julî (Salnameya Juliyen) amade kir. Sosigenesê Misirî bi fermana Julius Caesar Salnameya Hîveyê ya Romaya berê ji Yewnanistan standî bûn çerxa Salnameya Rojê ya Misirê kir. Ew heta sedsala 16'an li Romê hat bikaranîn. Piştî mirina Julius Caeser navê meha yê ku ew lê hatî bû dinê çerxa navê wî Julius (ango niha bi zimanên ewropî wek îngilîzî July) kirin.

Julius Caesar ji bo dijwareke xwe ya mezin he bû, gelek kesan, hinên di senato de jî, lê hez nedikirin. Di 15'ê adarê 44 b.z. de banga wî ji bo were senato kirin. Ew di têketina senato da bi destên 15 an zêde senatoran hat kuştin. Di nav bedkujiyan de, lawê xwe yê arîşenî Brutus jî hebû. Li pirtûka Shakespeare bi navê Julius Caesar ew gotinên xwe yên dawî wiha hatiye nivisandîn: "Brutus, tu jî?" û Caeser dikeve erd e...