Jus cogens

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Jus cogens têgiheke latînî ye ku ji latînî ius cogens (bi wateya dada fermanî) tê û rêzikên raser in ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên pejirandin û bi ti awayî ti dewlet nikarin binpê bikin. Rêzikên raser an jî fermanî, nabe ku ti çalakiya dewletan li dijî wan bin.

Hinek ji rêzikan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qedexeya rêbiriya behrê
  • Qedexeya bikaranîna hêzê ya li dijî rêgezên neteweyên yekbûyî
  • Wekheviya desthilata dewletan
  • Qedexeya komkujiyê-jenosidê
  • Qedexeya korsantiyê

Peyama Viyanayê ku şêwe û rêgezên peymanên navneteweyî hatine diyarkirin, jus cogens, bi awayek hiyerarşîk daniye serê hiqûqa navneteweyî, wek rêgeza yekem qebûl kiriye. ji ber wê gava peymanek bê îmzekirin heke li dijî jus cogens tiştek hebe derbasdariya wê peymanê namîne (xala 53an). Her wiha heke jus cogenseke nû derkeve, çêbibe (jus cogens superveniens) hemû peymanên heyî û yên nû ên li dijî vê divê tune bên hesibandin (xala 64an).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]