Kêz Xatûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kêz Xatûn lehengeka jin a çîroka Kurdî ye. Serî bi civakê û zagonên, dab û nêrîtên civakê re dikişîne. Ti otorîte nasnake. Serhişk, bêxem, wêrek û zîrek e. Keçeka ji rêzê û ji malbateke rêzê ye. Bi kesayetiya xwe, xwe di nava civakê de kiriye xwedî nirxeke bilind. Herçendî ne ewqas rinde jî, dilê hemî xortan dikeve wê. Lê ew li azadiyê digere. Li xortê nûjen û azad digere. Kêz Xatûn dijminê paşverûtiyê ye. Dijminê lêdan, neheqî, pêkutî û zilmê ye.

Xort jê dipirsin:

"Kêzê kêzê Kêz Xatûnê te bi şimikan reqreqînê ji nav gulan gula bi bêhnê tu bi kû ve diçî, tu min nagrî?"

Kêz Xatûn bi wan re dikeve guftûgoyan. Ji wan dipirsa ka heger rojekê bêhna wan pirr teng bibe wê bi çi rengî bi jinên xwe re dikevin miameleyê.

Şivan dibêje "ez ê bi darê şivaniyê li jina xwe bixim", gavan dibêje "ez ê bi darê gavaniyê li jina xwe bixim" hwd. Kêz Xatûn hemî xortan diceribîne. Heya bigire diçe cem lawê key, paşa jî. Lawê paşa şûrê xwe ji ber xwe dikişîne dibêje "ez ê bi şûrê xwe li jina xwe bixim". Kêz Xatûn hemî mêran diceribîne û azadiyê bi wan re nabîne. Dawiya dawi diçe cem mişkekî mişk dibêje "ez ê bi doçika xwe wa li jina xwe bixim". Paşê wê gotina mişk şa dibe u jê ra dizevice. Ev çirok bi qaydekî cuda didome gotin bi ser gotina ra temamî çîrokê tê dubarkirin ev yek heta dawiya çîrokê berdevam dike.

Kêza Kêz Xatun

......

Qijika du kişîn
Baxa pelweşîn

Siwarê ser hêşîn
Mişkê xwelî ser

Kêza Kêz Xatun
Ketiye dîza den

Her pelçikê guhê wî maye.