Kûsî jî dikarin bifirin (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kûsî jî dikarin bifirin
DerhênerBehmen Qubadî
ÇêkerBabak Amini
Hamid Ghobadi
Hamid Ghavami
NivîskarBehmen Qubadî
AktorSoran Ebrahim
Avaz Latif
MuzîkHossein Ali Zadeh
ÇêkirinIFC Films (USA)
Berwara pêşanî10ê rezberê 2004
Dom/Mawe95 xulek
WelatÎraq / Îran
ZimanKurdî

Kûsî jî dikarin bifirin ji yek berhemên, derhênerê kurd Behmen Qubadî ye.

Çîroka fîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrok di beriya şerê navbera Îraq û Amerîkayê biqewime di kampeka penaberiyê li ser tixûbênÎraq û Tirkiye yê derbas dike. Soranê 13 salî ye û ew jî mîna gelek hevalên xwe yên kampê malbata xwe di şer de wenda kiriye. Soran di nav gel de bi navê Satelayt tê nasîn û ji Amerikayê pir hez dike. Rojên xwe bi tamîrkirina televizyonan û bi serêkatiya zarokan derbas dike. Her wiha ji ber ku çend hevokên ingilizî dizane nûçeyên biyanî yên derbarê şer, ji gel re werdigerîne kurdî. Soran di nav gel de her wiha di nava zarokan de pir tê hezkirin.

Soran û hevalên xwe mayinên di nav erdê derdixînin û wan difroşin. Rojeke keçeke bi navê Agrîn tê kampê. Agrîn 14 salî ye. Ew zarokê wê û birayê wê ji Helebceyê hatine vê kampê.

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Glass Bear, Best Feature Film and Peace Film Award, Berlin International Film Festival, 2005.
  2. Golden Seashell, Best Film, San Sebastián International Film Festival, 2004.
  3. Special Jury Award, Festîvala Fîlm a Chicago, DYA, 2004.
  4. International Jury and Audience Awards, Festîvala Fîlm a São Paulo Brezîl,2004.
  5. La Pieza Award, Best Film, Mexico City International Contemporary Film Festival, 2005.
  6. Audience Award, Rotterdam International Film Festival, 2005.
  7. Golden Prometheus, Best Film, Tbilisi International Film Festival, 2005.
  8. Aurora Award, Tromsø International Film Festival, 2005.
  9. Golden Butterfly, Isfahan International Festival of Films for Children, 2004.
  10. Gold Dolphin, Festróia - Tróia International Film Festival, 2005
  11. Sundance Selection 2005
  12. Silver Skeleton Award Harvest Moonlight Festival 2007