Qabilcewz
Ji Wîkîpediya
(Hat ragihandin ji Kabilcevz)
Qabilcewz (bi tirkî, Sason) yek ji navçeyên Êlihê ye. Rûber 710 km² ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara niştecihên navendê 9.825 û bi giştî jî 37.122 ye. Aborî li ser çandiniyê, xwedîkirina ajalan, karê mozhinguviyê, hilberîna gûzan û titûnê ye.
Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Bi belavbûna ola Îslamê û hatina artêşên Ereban ve navê navçeyê bûye Kabilcevz, ango wargehê gûzan. Navê navçeyê di qeydên dîrokî de wekî sason derbasdibe û bingeha vê navê ji dema Ûrartûyan tê. Di dema Osmaniyan de bi Amedê ve, bi avabûna Komara Tirkiyê re bi Sêrtê û di sala 1990'î de jî bi Êlihê ve hatiye girêdan.

