Kal Gaxan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kalê Gaxan (bi zazakî/kirmanckî: Kal Gaxan) yek ji kevneşopên herêma Dêrsim û Erzinganê ye ku bi windabûyînê re rû bi rû maye.

Peyva gaxan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kal Gaxan pîrozbahiyeke kevnar a 'kirmancên elewî' yên herêma Sêwaz, Dêrsim, Erzingan, Çolig û Mûşê ye ku hebûna wê gihîştiye dema îroyîn.

Her çiqas derheqê koka peyva Gaxan lêkolînên zanistî nehatibin kirin jî, koka wê bi zazakî/kirmanckî ye û tê wateya navê mehê dawî ya salê. Bi vî havî; peyva gaxan bi zimanê kirmanckî/zazakî ye û tê wateya "meha berfanbarê". Ji ermenîkî(Kaland-ar) ketiye zazakî jî. Kalanda(zayîna Îsa) ermeniyan jî dıi meha berfanbarê de ye. Fermo, Kal Gaxan jî tê wateya "Kalê berfanbarê"[çavkanî hewce ye].

Pîrozkirina Kal Gaxan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi pîrozbahiya kevneşopa Kal Gaxan xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nu tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Kal Gaxan di sêyemîn meha berfanbarê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê diajo. Şêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku wê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin.

Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel Xal Xek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Kal Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Xal Xek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin.

Lîstika Kal Kek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê lîstikê de sê kes hene: kesê ku cilê bapîran li xwe dike Kal e, ciwanê ku cilê jinan li xwe dike hevjîna wî Fadikê ye û kesekî din ê ku rûyê xwe reş boyax kiriye jî Ereb e û wan diparêze.

  • Kalê Kek xwediyê riheke dirêj e ku ji pirçê bizinan tê çêkirin, kostuma wî ji cilên kevin pêk tê, li sermilê xwe xurcik û di destên wî de ço/asa û tesbïh hene.
  • Fadikê jî, da ku tenê çavên wê xuya bikin û rûyê wê bê veşartin, çît û etek li xwe dike.
  • Ereb rûyê xwe bi aringê reş boyax dike û çoyeke wî heye, ji ber ku erka wî parastina Kal Kek û Fadikê ye. Lewra gava diçin malekê, divê ciwanên malê biqewitîne û nehêle bila ew Fadikê birevînin. Û gava Fadikê ji aliyê ciwanan hatibe revandin, divê Ereb here, Fadikê bibîne û dîsa bîne ba Kal Kek. Heger Fadikê hate dîtin, diyarî tên kom kirin û her sê bi serlêxistina mal û malbatan berdewam dikin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]