Kamiran Bêkes

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kamiran Haj Abdo (Kamiran Hac Ebdo) an jî Kamiran Bêkes nivîskarekî kurd e, di sala 1966an de li Başûrê Rojavaya Kurdistanê, li herêma Efrînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî heta lîsê li bajarê Helebê xwendiye. Dûra diçe Kroatiyayê û li wir dest bi xwendina bijîşkiyê dike. Di sala 1993 xwandina li zanîngehê kuta dike û dest bi bijîşkiyê dike.

Ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî. Helbest û nivîsên Dr. Kamiran Bêkes di gelek kovarên kurdî ên mîna Newroz, Pênûs, Pirs de hatine weşandin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kurd - Miletek bê dewlet- 1993 bi zimanê kroatî
  • Ez ne xemgîr im - Helbest 1994
  • Di baweşa bagerê de - Helbest 1995
  • Bingehên Rêzimana Kurdî - zaravayê kurmanciya bakur - 2004 Almanya