Kamran Simo Hedilî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kamran Simo Hedilî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kamran Simo Hedilî nivîskarekî kurd e ku di sibata 1955an de li gundê Hedilê yê bi ser navça Hezexê ve hatiye dinyayê.[1]

Ew di pirtûka xwe ya bi navê Lorîna Pênûsê de sedema nav guhartina xwe wisa dibêje: “Ji xewna reşikê tirsê, bi şeqama pîrikê di tarîreşa seqema şevekê meha sibatê ya 1955an de min bi girî çavên xwe vekir. Nav li min kirin, lê wateya wî wan jî nizanîbû. Navê min kirin Faruk. Divê ku ez wijdana xwe xirab nekim. Paşnav ne wan li min kir. Berî ez werim dinyayê reşikê tirsê paşnavên bi zimanê xwe watedar li herêmê belav kiribûn. Destûra bijartina paşnavê ji kesî re tune bû. Pêwîst bû her kes ji van paşnavan yekî li xwe bike. Ji paşnavên reşikê tirsê belav kirin Aslan bûbû para malbata min. Vêca navê min bûbû Faruk û paşnavê min jî bûbû Aslan. Min ne ji navê xwe û ne jî ji paşnavê xwe hez dikir. Navê min mîna şalwarekî li mirovan teng bê, min ji xwe re teng didît. Paşnavê min jî mîna kirasê guriyan bê çawa laşê wan di xwirêne û qet naxwazin li xwe bikin, paşnavê min jî bi gezan dihate min û ez gez dikirim. Roja min hêza bijartina nav û paşnavekî bi zimanê xwe di xwe de dît, min şalwarê teng derxist û avêt. Kirasê ez gurî dikirim jî min bi şalwarê teng re qet qet kir û ew jî avêt. Li meydanê min şûrê xwe kişand, bi nav û paşnavê xwe yê nû Kamran Simo Hedilî li hemberê reşikê tirsê ketim nav bizavê.”[çavkanî hewce ye]

Di zaroktiya Kamran Simo Hedilî de malbat, mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikeve nav tevgera azadiya Kurdistanê û ji ber wî awayî ji terefî Dewlata Tirk ve du caran tê girtin. Di cûnta eskerî ya 12ê îlona 1980î de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayê Kurdistanê û Libnanê dibe. Xebata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne. Li wir jî gelek caran ji terefî dewleta Sûrî ve tê girtin. Ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî Dewlata Îranê ve jî tê girtin. Her sê dewletên Kurdistanê di bin destên xwe de digirin, wî digirin û zilma xwe nîşan didin.

Kamran Simo Hedilî di amadekarî û xabata 15ê tebaxa 1984an a çekdarî de cih digire û ji nû ve di tevgerkirina gel de li bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Ew, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swedê ye û endamê Pena Kurd a Navnetewî ye. Vê gavê serokê Înstituya Kurdî li Stockholmê ya Swêdê ye.[2]

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji 1982an ve dinivîse. Kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

  • Berhemdarî Lorîna Pênûsê [Helbest] Weşanên Kîtabî Arzan Stockholm - 2004
  • Civata Giyanan [Kurteçîrok] Weşanên Navenda Pedagogiya Kurdî, Stockholm - 2006
  • Ji Enfalê Şeveke Bê Sibeh [Helbest] Weşanên Navenda Pedagogiya Kurdî, Stockholm - 2006
  • Min Deng Kuştin [Helbest] Weşanên Navenda Pedagogiya Kurdî, Stockholm - 2006
  • Helbest Çi Ye [Lêkolîn] Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm- 2009
  • Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne [Helbest] Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm - 2009 Babilîsok [Roman] Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm- 2012
  • Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ [Roman], Weşanên Ar, Stenbol - 2013
  • Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ [Roman] Çapa 2mîn, Weşanên Ar, Stenbol - 2014
  • Dilê Xewnên Xwe Me [Helbest], Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm- 2015
  • Qêrîneke Bêdeng RINDÊXAN [Roman] Weşanên Aram 2015
  • Qêrîneke Bêdeng RINDÊXAN [Roman] Weşanên Çapa 2mîn Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm- 2016
  • Qêrîneke Bêdeng RINDÊXAN [Roman] Weşanên Çapa 3 mîn Şiler Qamîşlo
  • Berbanga Êvara Mirî [helbest] Weşaşên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm- 2017 Berbanga Êvarê [Helbest] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Dilopên Lal [Helbest] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Ji Enfalê Şevên Bê Sibeh [Helbest] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne [Helbest] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Lorîna Pênûsê [Helbest] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Min Deng Kuştin [Helbest] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Helbest Çi Ye [Lêkolîn] Çapa 2mîn, Weşanên J&J, Amed - 2018
  • Pêjna Baranê [Roman] Weşanên J&J, Amed – 2018
  • Pêjna Baranê [Roman] Çapa 2mîn, Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm- 2019
  • Serpêhatiyên Winda (çîrok) Çapa yekemîn Weşanên Înstituya kurdi Li Stockholm -2019.
  • Qolincên Nûjiyanê (Roman) Çapa yekemîn Weşanên Aram Amed 2023
  • Qolincên Nûjiyanê (Roman) Çapa duyemîn Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm 2023
  • Qolincên Nûjiyanê (roman) Çapa 3 mîn Weşanên Şiler Qamîşlo 2023
  • Sebra Gamasî (Helbest) Çapa yekemîn Weşanên Înstituya Kurdî Li Stockholmê, Stockholm 2023

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]