Kapîtalîzm
Ji Wîkîpediya
Kapîtalîzm teorîyekê aborîyê ko navgînên hilberînê şuna dewlet û civakê ji hêla xwedaniya taybetîyê ango şexsî an kesîtiya darazî tê kontrol kirine. Di vê sîstemê de bihayê hilberîn, mal û xizmetan ji hêla bazara serbest tê diyar kirin. Îroj li dewletên dinê bi piranî sîstemê kapîtalîstê tevlihevê ko hin bihayan kontrol dikin tên karger kirin û va bi gelemperî wek sîstema digelhev(tevlihev) tê nav kirin.
[biguherîne] Nav
Navê Kapîtalîzm ji peyva latînîyê capitalis ê ko tê maneyê bingeh hatiye afirandine. Ew cara siftê ji hêla David Ricardo tê bikaranîn.
Di sîstema kapîtalîst de ger ko yek dixwaze tiştekî xwe bifiroşe û yekî din dixwaze ko wî tiştî bikire û ew herdu kesan li hev werin, ew ne hewceyî ye ko ewna ji kesî destûre bistînin. Va sîstema bazara serbest e. D sîstemekê bitunî kapîtalîst de kirÎn, firitin, deman kirin bi temamî serbest e. Teorîsyenê pêşinê kapîtalîzm û bazara serbestê fîlozofê Adam Smith e û wî di pirtûka xweya bi navê The Wealth of Nations de teorîyên xwe weşandibûn.
Kapîtal di teorîya aborîyê de ew tiştek an pereyê ko kesek xwedîyê ye û pê dikare hilberînê bike û pereyen zêde qezenc bikeye. Kapîtalîst ew xwedîyê kapîtal e. Ew kesî ko bo aborê xwe bişuxule û bo vê sermayê xwe beden, zêhn û keda xweya dikeve çîna karkeran an proleteran.
[biguherîne] Komûnîzm û Kapîtalîzm
Komûnîzm û Kapîtalîzm du sîstemên aborîyên ko li dijê hev in. Herwiha Sosyalîzm û gorî teorîsyonên Komûnîstan merhaleyê paşina Komûnîzmê Anarşîzm jî li dijê Kapîtalîzmê ne. Gorî yek ji teorîsyenên komunîzmêyê bingeh Marx, bo ko di sîstema kapîtalîstî de çîna karker û kedkaran her tim bindest in û kedên xwe têne xwarin ewnê bi şoreşê werine serdestîyê û sîstemê ko karker serdest pêk bînine. Lê va teorî an senaryoyê ko Karl Marx û Friedrich Engels di Das Kapitalê de nivisî hîn birastî nehate holê.

