Kartol û mast

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kartol û mast an patata bi mast navê xwarineke bigoşt a Dîlokê ye. Li Amedê jî demekê navdar bûye. Ji ber ku Amedê gelek caran para xwe ji şer û serhildanan girtiye, aboriya wê xirab bûye, gelek xwarinên Amedê jî li cihên din deng vedane. Ev ji bo Dîlok û herêmên din jî wiha ye. Cemşîd Bender ev xwarin bi navê "petata bi mast" li ser navê Dîlokê tomarkiriye.

Berkeliya (melzemeyê) xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 250 gr tîkegoşt
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) nok
  • 1/2 kg kartol
  • 250 gr mastê parzûnkirî
  • 1 hêk
  • Xwê (solin)
  • 100 gr rûnê nivîşkî
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) pûjan

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nokê 8 katjimêr berê bikin nava avê. Goşt bişon, bi tevî nokê di nava 3 SA avê de bixaşînin. Hêj nekeliyaye tîkegoşt û kartolên hûrkirî tevlî bikin. Heya kartol nermijî bûn bikelînin. Xwê bavêjinê, bi wê jî 5 deqe bikelînin.

Ji ava xwarinê hinekê bigirin, bikin tas an badiyekê, mastê berdin nav û hêkê biçelpîninê, tevbidin û berdin nava xwarinê. Kelekî pê bînin, li binikên servîsê belav bikin.

Di nava rûn de pûjanê biqelînin, berdin ser binikan. Baldar bin bila pûjan neşewite.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Cemşîd Bender, Kürt mutfak kültürü ve Kürt yemekleri (ku. Çanda pêjgeha kurd û xwarekên/xwarinên) kurd, weşanên Berfîn, 2003, r. 205. Çapa yekem ji weşanên Melsa, 1992