Katalonya

Ji Wîkîpediya

Comunitat Autònoma de Catalunya
Comunidad Autónoma de Cataluña
Comunitat Autonòma de Catalonha
Herêma Otonom a Katalonyayê
Ala Katalonyayê Nîşana Katalonyayê
Zimanê fermî katalonî, spanî û aranî
Dewlet Spanya
Paytext Barselona
Serok José Montilla Aguilera
Rûerd
- Total
- % Av
6em
32.114 km²
6,3%
Nifûs
ko (2005)
Berbilavî

6.984.196
218,73 /km²
Statuya Otonom 09/08/2006


Katalonya an jî Katalanistan, (bi katalonî Catalunya, bi spanî Cataluña, bi aranî Catalonha, bi fransî Catalogne) herêmeke otonom û xwedî statuya herêma dîrokî ye. Serbajarê vê herêmê Barselona ye.

Katalanistan di sala 2006an de li Spanyayê mîna gelekî hatiye pejirandin. Nasnameya gelê katalon jî spanyol, an fransî an îtalî ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ziman

Spanî mîna hemû Spanyayê li Katalonya jî zimanê fermî ye. Ji xeynî spanî, katalonî û zimanê aranî jî li Katalonyayê fermî ye.

Madeya 6ê ya sêyemîn Statuyên Otonomiya Katalonyayê yên ku li sala 2006an hatine erêkirin wesa dibêje: "Zimanê Katalonyayê katalonî ye. Katalonî li Katalonyayê zimanê fermî ye. Zimanê kastîlî jî fermî ye, wek zimanê fermî li hemû dewleta Spanî. Herkesî maf û erka zanîna her du zimanan hene." Madeya 6ê berdewam dibe: "Zimanê okzîtanî, yê binavê aranî zimanê niwala Aranê ye û li Katalonyayê fermî ye."

Katalonî, (bi katalonî: català) Zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê katalonî ji aliyê 9 milyon kesan ve li Katalonyayê, li herêma otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê katalonî ye, lê li vir bi fransî û spanî jî dipeyivin), li Roussillon, û li Alghero jî tê peyvîn. Zimanê katalonî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala XV han û vêde ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser îspanyolî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî îspanyolî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.

Li hember kastîlî (spanî) a ku bû zimanê resmî yê dewleta îspanyol, katalon bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma katalon daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina diktatorê Franco [Franko] re hat cih. Parlementoya îspanyol di sala 2004'an de ev daxwaz li komisiyona ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi katalonî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).

Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên katalonî ji % 95 in (ji % 95 hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem kataloniya rojhilat (oriyental) e ku li Barselona, li Girona [Jîrona], li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon [Rusiyonê] tê axaftin. Yê diyêm jî kataloniya rojava ye e ku li bakur rojava, li Lleida [Lyêyde] û Valensiya tê axaftin.

[biguherîne] Xwendewariya zimanê katalonî

Li gorî serjimêriya zimanî ya sala 2001ê de, li dor 5.900.000 kesên li Katalonya (%95 ji akinciyên herêmê) zimanê katalonî têdigihên. Jisediya mirovên ku dizanin bi katalonî bipeyivin, bixwînin û binivîsin ev in:

Zanîna zimanê katalonî (Nifûs: 6.215.281)
Zanîna Kes Ji sedî
Têgihînê 5,872,202  % 94.5
Axaftinê 4,630,640  % 74.5
Xwendinê 4,621,404  % 74.4
Nivîsînê 3,093,223  % 49.8
 

[biguherîne] Erdnîgarî

Katalonya li bakûr rojhilatê Spanyayê ji nîv gravî pêk tê. Rûerda wê 31 950 km² û di sala 2006 de xwedî 7 million gelhe bû. Li hawîrdorê herêma katalonî, parêzgeha otonom Valensiya û Aragon, Fransa, Andorra û Deryaya Sipî hene.

[biguherîne] Herêmên Katalonyayê

Katalonya ji çar herêman pêk tê : Barselona, Girona, Lleida û Tarragona.

Bajarên Mezin ên Katalonyayê: Barselona, Badalona û L'Hospitalet de Llobregat in.

[biguherîne] Dîrok

Katalonya ji dagerkirina Şarlmany (801) ve di sedsala 9'an de bi mîrektiya Karolîn (Caroline) dest pê dike. Afirênerê wê Guifré el Pelós (Gifrêyê Pirçoyî) di sala 878'an de ji aliyê konseya Troyes ve wek Mirekê Barselonayê hatiye bijartin. Bi birêvabirina Sarrasinan û bi anîna katolîktiyê wî herêm bi cî kiriye. Katalonya ji aliyê împaratorên Alman û keyên Fransayê ve hatibû terikandin. Piştre bi Keyatiya Aragon re dibin ve tê girêdan (ji bona ku Katalonya ava bikin 1283). Di sedsala XV'an de bi tevlî Keyatiya Spanya yê dibe gelek teybetiyên xwe diparêze ( di sedsala XVIII'an de li hember hêza navendî serî hil dide.)

Bi gelemperî xwedî aboriyek dînamik, di sedsala XIX'an de bilez endustriya xwe bi pêş ve dibe û otonomiya xwe di sala 1932'an de bi dest dixe (otonomiya wan ji sala 1939'an hetanî sala 1975'an ji destê wan tê girtin. Katalonya herêma herî dawî ya ku di şerê Spanya de xwe li ber vî şerî girtiye, ye).

[biguherîne] Çand û huner

[biguherîne] Muzîk

[biguherîne] Stranvanî

  • Lluís Llach [Lyuîs Lyak] (Girona, 1948), stranbêj.
  • Joan Manuel Serrat [Jwan Menûêl Serrat] (Barselona, 1943), stranbêj.
  • Maria del Mar Bonet [Meriye del Mar Bûnêt] (Palma, Malyorka, 1947), stranbêj.

[biguherîne] Edeb

[biguherîne] Destpêka wêjeya bi zimanê katalonî

[biguherîne] Bizava Vejandina edebî li Katalonyayê bi navê Renaixença [Reneşênse]

    • Helbest:
      • Bonaventura Carles Aribau [Bûneventûre Karles Erîbaw] (1798-1862)
      • Jacint Verdaguer [Jesîn Berdegê] (1845-1902)
    • Çîrok:
      • Narcís Oller [Nersîs Ûlyê] (1846-1930)
    • Şano:

[biguherîne] Edeba katalonî berî destpêka şerê birakuj (1936)

    • Helbest:
      • Joan Maragall [Jwan Meregaly] (1860-1911)
      • Eugeni d'Ors [Ewjênî Dors] (1882-1954)
      • Josep Carner [Jûzêp Kernê] (1884-1970)
      • Carles Riba [Karles Rîbe] (1893-1959)
      • Joan Salvat-Papasseit [Jwan Selvat-Pepesêyt] (1894-1924)
      • J.V. Foix [Jote Vê Foş] (1894-1987)
    • Pexşan:
      • Joaquim Ruyra [Jwekîm Rûyre] (1858-1939)
      • Josep Maria de Sagarra [Jûzêp Meriye de Segarre] (1894-1961)
      • Joan Puig i Ferreter [Jwan Pûç î Ferretê] (1882-1956)
      • Miquel Llor [Mikêl Lyo] (1894-1966)
      • Llorenç Villalonga [Lyûrêns Bilyelonge] (1897-1980)
      • Sebastià Juan Arbó [Sebestiya Xûan Erbo] (1902-1984)

[biguherîne] Edeba katalonî piştî şerê birakuj (1939) û li sirgûnê

    • Helbest:
      • Salvador Espriu [Selvedo Esprîw] (1913-1985)
      • Joan Oliver / Pere Quart [Jwan Ôlivê - Pêre Kwar] (1899-1986)
      • Joan Brossa [Jwan Brose] (1919-1998)
      • Gabriel Ferrater [Gebriyêl Ferretê] (1922-1972)
      • Miquel Martí i Pol [Mikêl Mertî î Pol] (1929-2003)
      • Pere Gimferrer [Pêre Jimferrê] (1945)
      • Maria-Mercè Marçal [Mariye-Mersê Mersal] (1952-1998)
    • Pexşan:
      • Mercè Rodoreda [Mersê Rûdûrêde] (1909-1983)
      • Pere Calders [Pêre Keldês] (1912-1994)
      • Josep Pla [Jûzêp Pla] (1897-1981)
      • Montserrat Roig [Monserrat Roç] (1946-1991)
      • Terenci Moix [Terênsî Moş] (1943-2003)
      • Quim Monzó [Kîm Mûnzo] (1952)
      • Miquel de Palol [Mikêl de Pelol] (1953)
      • Jesús Moncada [Jezûs Mûnkade] (1941-2006)
      • Carme Riera [Karme Riyêre] (1948)

[biguherîne] Wênesazî

[biguherîne] Heykeltiraşî

  • Julio González [Jûlî Gonsalês] (Barselona, 1876-Parîs, 1942)
  • Pau Gargallo [Paw Gergalyû] (1881-1936)

[biguherîne] Qesirbendî

[biguherîne] Çend katalonên navdar ên li cîhanê

[biguherîne] Grêdanên derve


Herêmên Otonom ên Spanyayê

Endulus| Aragon| Asturiya| Giravên Balear| Welatê Baskî| Giravên Kanarya| Kantabriya| Kastiliya-La Mança| Kastiliya û Leyon| Katalonya| Estremadura| Galîsya| La Rioja| Madrîd| Mursiya| Navarra| Valensiya|