Keçika dê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Keçika dê, keçika diya xwe navê cure kufteyek ji pêjgeha kurd e. Tirk jî fêrî vê xwarinê bûne û navê wê jî kirine "anali kizli - bi dê û bi keçê". Bi taybetî li parêzgehên herêma Tolhildanê, Sêwas û Ezirganê tê xwarin.

Keçika dê

Bingeha navê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên kurd zarokên xwe di nava jiyanê de perwerde dikin, fêrî jiyanê dikin. Ji bo jîrek û behremend bin, van di zaroktiyê de dikişînin nava berpirsiyariyan. Ev xwarin jî wisa derketiye.

Dê (mader) dema kufteyê çêdikin, keçik jî tên ji xwe re bi dest-lepên xwe yên biçûk kufteyên biçûk çêdikin. Dê û keçik kufteyên xwe bi serbilindî pêşkêşî bav û malbatiyan dikin. Bav viya wekî kufteya dê û keçikê binavdike, dipesinîne.

Pesinandinên wiha li Kurdistanê gelek tên kirin, ne tenê ji bo vê xwarinê. Şorbeyek heye ku jê re germiya qîza malê dibêjin ku hin kes viya wekî binavkirineke erotîk fêhm dikin, lê ne rast e. Zarok bi biharan pincarê berhev dikin (bi taybetî tirşo) û wan di nava kevirên panok (pehnok) de dikutin. Viya berdidin nava verokekê û didin ser agir, dikelînin. Dê û bav jî bo dilê zarokan nemîne, ji viya tehm dikin. Germiya tirşoyê wisa dibe germiya keçika malê.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nîv kg goştê kişandî yê bêrûn
  • Nîv kg savar
  • Nîv kg goştê kişandî yê birûn
  • 4 serî pîvaz
  • Xwê
  • Rûnê nivîşkî
  • 1 stekan (qedeh) gûz
  • Bexdenûs
  • Îsota reş, îsota sor
  • 2 kevçî merge (ava bacanê sor, ava firingiyên sor)
  • 1 kevçî mergeya îsotê ya malê
  • Rûnê ron

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo dagirtina kufteyê berê goştê hêrayî û pîvazê biqelînin. Xwê, biharat, gûz û bexdenûsê bixinê û rawestînin bila sar be.

Bo hevîrê wê goştê hêrayî, savara pakijkirî, pîvaz û xwê bixin makîneya strînê û 10-15 deqe bistrînin. Dûv re di teştekê de cardin bistrînin, ji wan çêtiyên kufteyê amade bikin.

Kufteyên xwe tije bikin.

Ji bo zarokan, ango ji bo kufteyên keçikê jî herwiha çêtiyên biçûk ên bi qasî nokê amade bikin.

Rûn û mergeya xwe bixin verok, quşxane, beroş, qulpok kilince, sîtil an dista xwe û biqijilînin. 3-4 stekan ava xwe berdinê û bihêlin bila bikele.

Kufteyên xwe yeko yeko bavêjinê û kelek-dukel pê bînin. Kufteyên xwe ji nava avê derînin û bo destexaneyê (sifreyê) amade bikin.