Keştiya Nûh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Efsaneya Keştiya Nûh li gorî tabloya wênekarê amerîkî Edward Hicks (1846). Tablo li muzeya Philadelphia Museum of Art e.

Keştiya Nûh, weke efsaneyeke ku ji dema sumeriyan ve heye ye. Di hemû pirtûkên pîroz Quranê, Încîl û ankû Mizgînê, Tewrat û Mishefa Reş û kitêba Cilwê de jî behsa wê û dema wê tê kirin[çavkanî pêwîst e]. Piştre, ku di dema sûmeriyan de weke nivîsa bizmarî hatiye nivîsandin li ser kevir û behsa Tûfana Nûh dike jî bi nivîskî hatiye dîtin.

Gotina keştîia" û ya "Tûfana Nûh" ji aliyekî ve hevdû temem dikin. Li gorî efsaneyê tê gotin ku di wê demê de herkesek li rê derketiya û ti kesekî li gotinaa xwûdê ne dihisand. Xwûdê jî Nûh şandîya li wan ku ji wan re bêje ku li gotina xwûdê bihisênin û werina ser rê. lê li wir jî ne hatiya hişandin. Li wê jî, Xwûdê ji nû re gotiya ku "keştîyekê çeka û malbate te û yên ku bi te û gotina min bi bawer in bixiyê de û ji hemû sawal û ajalên xwezayê jî cohtekê bixiyê de." Nûh jî ev kiriya û piştre ku tûfanê dest pê kiriya, wî jî,ew jî ketina keştiyê de û piştre êdî çil rojî tê gotin ku di wê demê dimênin heta ku tûfan bi dawî dibê û êdî dunya zûwa dibe. Piştre tê gotin ku keştîya nûh li ser Çiyayê Cûdî didêne. Çiyayê Cûdî, li herêma Botanê li Kurdistanê ya. Çiyayê Cûdî li herêmê Botanê li nêzî Cizîra Bota ya. Li Cîzîra Bota bixwe jî, Mezelê Nebî Nûh hê dimêne û li wir a.

Ev efsane, ku hinekê di yekê de bizêde bê û yekê de bê û hinekî cih bi cih cuda jî bê, di temenê weke hevdû de di hemû pirtûkên pîroz de cihgirtîya û hatîya ser ziman. Navê Nûh bixwe jî, di destana Gilgamêş de jî bi navê Utnapîştim di buhurê. Piştre di nava olên semewî de bi navê Nûh bicih bûya û jê re piştre di latînî û ankû zimanê ewropî û hewd de jî, hatîya bicih kirin bi navê "Noah".

Cihê ku Nûh dijî û cihê ku tê gotin keştîya Nûh lê ya[biguherîne]

Nû bixwe, li Cizîra bota ya. Heta roja me jî, tirba wî li wir a û tê parastin. Nûh, li wir jîyane xwe domandîya. Di wê dema ku tê gotin ku Nûh dijî de Dicle ava wê bilind bû. Di wê demê de, Nûh, li wir, jîya ya û dema ku bahse wê dema wî tê kirin, tê gotin ku wî "li wir, piştî tûfanê, care pêşî gava xwe avêt ser ardê. Çiyayê Cûdî li wir, bi awayekî çiyarêzan heta ber Çiyayê Sîpanê û ji wir diçê çîyayê agirî ê piçûk û ji wê jî diçê çîyayê agirî ê mazin.

Li ser Cûdî û çîyayê Cûdî, heta roja me jî, gelek vegotinên li ser keştîyê ku tê gotin li wir a hena û tên vegotin. Di hemûyan de jî, tê gotin ku "keştîya Nûh" li ser çîyayê Cûdî ya. Ji ber vê yekê, weke bawerîyekê, hertimî hatîya gotin û bahse çîyayê cûdî hatiya kirin û çîyayê cûdî ji aliyê xalkê kurd ê herêmê ve û xalkên herêmê ve, piştî ku navê Nûh û tûfanê bihîstîna û bihîstina ku keştîya nûh li wir a, êdî wan jî weke kurdan û xalkên din ên wê herêmê ew pîrîzoya wê bahse wê kirina

Li ser keştîyê, divê ku mirov bibêje ku gelek caran weke ku di nava xalkê de jî li herêmê tê gotin, oldaran hatina herêmê û didemên berê de kirina ku xwe bigihênina serê çîyê. BI wê, hêvî kirina ku keştîyê bibînin û ankû nîşanakayekê ji wê bibînin ku ji mirovên ku çûna cem wan re bênina ser ziman.

Li ser nava navaroka keştîyê jî, gelek bawerî hena. Yek ji wan bawerîyan ew a ku tê gotin ku "keştî ji derve zêde mazin ne dihat dîtin. Lê xwûdê qûdretek wusa di wê de bicih kiribû, ku dema ku diketina hundurê wê de weke ku ji cihanekê herina cihaneka din. Bi wê re jî, êdî çendî ku çiqasî ku ketina wê de çêbûya, hemûyên ku ketinê êdî ketinê û cih ji hemûyan re hebûya. Ew jî, ji qûdreta xwûdê ya ku wî bi wê re dabûbû nîşandin. .." Di vê temenê de ku bahse wê dihê kirin, wekî din jî, di pirtûkên pîroz de, ku ne zêdeyî jî bê, bahse awayekî wê tê kirin. Ji wê jî, gelek mirovên olzan hewl dane ku xwe bigihênina hizrekê.

Lêgerînên piştre ku li keştîya Nûh ku li ser çîyayê cûdî ku bûna[biguherîne]

Di sadsale dawiyê de, bi teybetî, gelek zanyarên arkolog, çûna herêmê û xwestina ku lêkolînekê bikin. Hinekan, awayên ku di keviran de afirîna, weke nîşanaka wê dane nîşandin. Hinekan jî, hin taxteyên ku dîtîina weke yên wê dîtina. Hinekan jî, cihên ku li ardê afirîna ku dema ku li wan tê nerîn, weke cihna ku keştî li wan bisekinê bê, ku dîtîin û gotin ku ev cihên keştîyê na.

Di pirtûkên pîroz de çawa bahse keştîyê tê kirin?[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]