Keftar
| Keftar | ||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Keftar (Hyaena hyaena)
|
||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||
|
||||||||||||
| Cinsên keftaran | ||||||||||||
| Hevwate | ||||||||||||
|
Keftar an kefter an kemtiyar an jî heftyar, carina jê re gornebaş jî dibêjin, ajalekî kovî yê famîleya keftaran e. Ajelekî kelax û goştxur e. Li Kurdistanê li deşt û çiyayên nizm dijîn; li çolên Erebistanê, Afrîka û Asyayê jî dihên dîtin. Di kulên kûr nav kevran û bin kevran dijîn.
[biguherîne] Fîziyolojiya keftaran
Tevî ku keftar ji aliyê fîziyolojiyê ve çend rûdem in ku mîna famîleya kuçikan wek gur, kûçik, rûvî, hwd., xuya dikin, lê famîleyeke serbixwe çêdikin: ji famîleya Herpestidae wek mangûst nêzîktir in.
Keftar xwedî lem û diranên tewr xort û tûj e, di şaneşîna ajalan de ku dikane zor goştê biçirîne. Keftar li gorî dîtina zanistan, weke meymûnan di nav caneweran ji aliyê awayê nêçîriya xwe ve gelekî jîr e.
[biguherîne] Keftarên Kurdistanê
Keftarê xêzxêzok ku li Kurdistanê dihê dîtin wek kûçikekî mezin e. Milên wî bilindtir in ji paşiya wî û ji ber wê çendê xar û xar diçe. Tenê digere, revde çênake û şevger e. Keftar pêz nakuje, kelaxxur e û gelek caran li cihên çopê xwarina xwe peyda dike.
[biguherîne] Cureyên keftaran
- Keftarê deqdeqî (Crocuta crocuta)
- Keftarê qehweyî (Parahyaena brunnea)
- Keftarê xêzxêzok (Hyaena hyaena), keraxan dixwe, carinan li cihên çopê dihê dîtin.
- Gurê erdê an aardwolf (Proteles cristatus)
-
Keftarê deqdeqî (Crocuta crocuta) li Afrîkayê dijî.
-
Keftarê qehweyî (Parahyaena brunnea) li Afrîkaya başûr dihê dîtin.
-
Keftarê xêzxêzok (Hyaena hyaena), bi tenê ev keftar li Kurdistanê dihê dîtin.