Kejal Ehmed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kejal Ahmed hat beralîkirin)
Kejal Ehmed
Jidayikbûn
EsilKurd
HevwelatîIraq
Pîşehelbestvan û nivîskar
Salên çalak1986 - niha
biguhêreBelge

Kejal Ehmed (jdb. sala 1967 li Kerkûkê, Başûrê Kurdistanê) helbestvan û nivîskareke kurd e.

Kejal Ehmed di sala 1967an de, li şarê Kerkûkê ji dayik bûye. Lê ew bixwe wek malbat xelkê şarê Silêmanî ye. Tevayî salên xwendina xwe li Silêmanî bi dawî kiriye û diploma ji Peymangeha Hunerî ya Silêmanî beşê Parêzgarî wergirtiye. Di sala 1986'an de dest bi nivîsîna şi're kiriye. Şi'rên wê bo gelek zimanan hatine wergerandin. ji sal 1992an de û heta niha, rojnameğerî dike û niha sekretêra nivîsînê ya di rojnama Kurdistana Niwê de. Xwedî çalakiyên berçav e di mafê jin û civakê de. Gelek gotar nivîsiye di vê derbarê de û çend sempozyum, semîner pêşkêş kiriye û xwedî bernameyeke taybet e bi jinên kurd di jêr navnîşana Ji her baxekî jinek, di KurdSat TV de.

Berhemên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bendera Bermoda (helbest, Weşanên Zawe, Silêmanî,1999)
  2. Gotinên Gotinê (helbest, Weşanên Rêxistina Lawên Mîdya, Silêmanî, 1999)
  3. Kitêba Jinê (Gotar û lêkolîn, Weşanên Serdem, Silêmanî, 2001)
  4. Qehweyek li gel wî (helbest, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî,2004)
  5. Min Eynek Şikand (helbest, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî,2004)
  6. Nasnameyên Bukuj (Wergera kitêba nivîskarê Ereb Emîn Elmilûf, ji erebî bo kurdî, 2003)
  7. Diwanî Kajal Ahmad, 2006
  8. Min Dibêt Xom Bismîl Bikem, 2014
  9. Zmani balndem dezai, 2019

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

https://youtube.com/@kajalahmad95?si=d3dT4-Qo7BVojJAK