Kel-ax

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kelax

Kel-ax yek ji kelheyên Wanê ye.

Li rojhilatê navenda Wanê li ser girekî ku girêdayî rêzeçiyayê Zimzimê hatiye avakirin. Kele ji aliyê Keyê Ûrartûyî Rûsayê Duyemîn ve B.Z di navbera salên 685 û 645’ an de hatiye çêkirin. Duyemîn serbajariya Ûrartûyan kiriye. Di kelehê de perestgeha li derve, sarinc, û pêpelûkên wê yên bi hostetiya kevirbiriyê hatine çêkirin hene. Li bakurê rojhilata deşta Wanê ku berdewama sîlsîleya zinarên Zimzimê, ji aliyê bakûr-başûr ve 400 m.’yan dirêjahî, 60–70 m. firehî û 200 m’yan jî bilindahiya vê kelê heye. Ev kele serdestî seranserî Wanê ye. Kele ji aliyê Keyê Ûrartûyî Rûsayê Duyemîn ve B.Z di salên 685-645’an de hatiye çêkirin. Ji ber ku ji aliyê Rûsayê Duyemîn ve hatiye çêkirin. Navê Rûsahîniyî jî lê hatiye danîn. Piştî Tûşpayê cihê rêvebirinê ev der e. Piştî Keyê Asûrî Tîglat Pleserê Siyemîn B.Z 735 kela Wanê dagir kir. ji ber şert û mercên ewlehî û parastinê wê ku baştir e Kele-Ax (Toprakkale) duyemîn paytext hate hilbijartin. Derdora kelê bi blokên kilsînî pêk hatiye û derdora wê bi bircan hatiye rapêçan. Du têketinên kelê hene. Ji van yek li goşeyê başûrê rojava, bi kûleyan hatiye destek kirin. Têketina perestgeh û qesrê ji vê derê re çêdibe. Têketina din jî, li aliyê bakûr e û ev têketin deriyê atolye, embarên şerab û deriyên cihên din vedike. Tê de sarinceke avahîsaziya wê ji kevirî hatiye kolan, ji aliyê bakûrê rojava perestgehek ku ji bo Yezdan Xaldî hatiye çêkirin û şûnwarên dîwarên kerpîç peyda dibin. Perestgeha Xaldî, sarinc, embarên şerab û deriyê Meherê B.Z di sedsala 4’an de, di dema Keyatiya hevpar a Îspûînî û kurê wî Menûa ve hatiye çêkirin, qadên pîroz derxistine holê. Kele, bi avahîsaziya xwe, bi berhemên biçûk ên madenî û diranfîl ên ku mûzeyên derveyê welat de peyda dibin bala mirov dikişîne.


38°31′14″Bk 43°24′14″Rh / 38.52056°Bk 43.40389°Rh / 38.52056; 43.40389