Keleha Ayanisê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kela Ayanisê hat beralîkirin)
Keleha Ayanisê
  • Keleh
  • şûnwarê arkeolojîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
38°42′30″Bk 43°12′40″Rh / 38.70827°Bk 43.21118°Rh / 38.70827; 43.21118
DewletÛrartû, Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Keleha Ayanisê yek ji kelehên Wanê ye.

Keleha Ayanisê 35 km dûrî Wanê û li gundê Ayanisê ye. Ji aliyê Rûsayê kurê Argîştî ve di navbera salên 645 û 643an berî zayînê de hatiye çêkirin. Ji bo dema ûrartûyan a dawî bê zelalkirin ev kele zehf girîng e. Li nêzikî Gola Wanê hatiye avakirin. Li gor nivîsteka nivîsa bizmarî Keleha Ayanisê ji aliyê kurê Argîştî Rûsa ve di salên 645-643an berî zayînê de hatiye çêkirin. Deriye têketina vê kelê li aliyê başûr di navbera du dîwarên kelê de ye. Li vê derê dîwarên kelê bi kevirên andezît û beşên din jî bi kevirên kilsînî hatine honandin. Di beşên jor de salona payedar û perestgeh cihekî girîng digire. Nivîsteka ûrartûya li pêşiya perestgehê ku li ser kevirên andezît hatiye nivîsîn, piştî nivîsteka bi gor Horhor û nivîsteka Analikiz di dîroka ûrartûyan de nivîsteka herî dirêj tê zanîn. Dirêjahiya nivîstekê bi tevahî 16 metre ye. Keleha Ayanisê, li gel avahîsaziya xwe, ji ber ronîkirina merheleyên dawî yên dîroka Ûrartûyan girîngiya xwe diparêze[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]