Kela Zerzewan

Kela Zerzewan
Demirölçek
Kela Zerzewan
Kela Zerzewan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kela Zerzewan
Kela Zerzewan
Koordînat: 37°37′19″Bk 40°29′46″Rh / 37.622°Bk 40.496°Rh / 37.622; 40.496
DewletTirkiye
DemonîmXelkê Kela Zerzewanê
Map
biguhêreBelge

Kela Zerzewan (bi tirkî: Demirölçek), gundekî bi ser navçeya Çinara Diyarbekirê ve ye.

Dîroka Kela Zerzewanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keleha Zerzewanê, yek ji berhemên Împeratoriya Romayê ye. Xwezaya Kurdistanê ji ber ku li nîveka dilê dinyayê cihê xwe vegirtiye, hemû deverên wê yên sererd û binerd ji bermayên dîrokî dagirtî ne. Yek ji wan berhemên mêjûyî Keleha Zerzewanê ye. Keleha Zerzewanê di navbera Amed û Mêrdînê de ye û li ser girekî zinar ku bilindiya wî 124 metre ye, avabûye.

Keleh dema Imperatoriya Romayê di sedsala sisyan de hatiye avakirin û wek leşkergeh hatiye bikaranîn. Ev keleha ku bi navê "Samachi" hatibû binavkirin, niha bi kurdî jê re "Kela Zerzewanê" dibêjin.

Qada kelehê bi mezinatiya 60 donimî ye. Bilindiya dîwarê wê li dor 15 mereyan e û dîwarê sûra li dora wê 1200 metre dirêj e, bilidiya dîwêr jî 20 metre ye. Li ser dîwêr cihê nobetdaran heye. Di nava kelehê de perestingeh, avahiyên malbatan, embarên çek, gorên kevirî, kunkên avê û 54 sarincên ava baranê hene. Di binê kelehê de cihê veşartina 1000 kesî jî heye.

Dema ku Împeratoriya Romayê hatiye Kurdistan vegirtiye, vê kelehê û gelek kelehên wisa yên dî ava kirine.

Di sala 639an de dema artêşa Îslamê hatiye û herêma Kurdistanê vegirtiye, vê kelehê ji Romayê stendiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]