Kelem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Seriyên kelemê ji herêma Diyarbekrê

Kelem, kelemî an jî kelerm (Brassica oleracea var. capitata f. alba) pincareke belgîn e, girover dibe û jê re "serî" yanî seriyek kelem tê gotin. Belgên wê li hev dilefin û weke topê girover dibin, rengê belgan sipî ye, hinek texlît rengzer in, tê de demareke qalind û pehn heye.

Çandina kelemê, bi şitlan çêdibe. Tovê wê bizrekî hûr e, di destpêka biharê de wek tovê bacana sor li deverekê direşînin û dema hêşîn bû, wek şitl radikin û dibin di zeviyekê de, li nava baxçe di mişaran de diçînin, av didin heta ku mezin dibe û dibe serî. Seriyên kelemê mezin dibe û eger erda ku tê de hatiye çandin rind be, her ku diçe mezintir dibe heta ku hinek serî 10, 15, 20 û zêdetir kg dibe.

Belgê herî li derve yê li ser seriyê kelemê, bi rengê şînekî vekirî ye. Ji belgên kelemê, gelek xwarinên cuda têne çêkirin, xasma aprax ango "sarme", şorbe û tirşîn. Lê di van salên dawîn de ku xwarina "piza" ji aliyê Îtaliyan ve ku derketiye holê, pê re tenê seleta keleman tê xwarin.

Li Kurdistanê, ji bo xwarina zivistanê li herêmên sar, her malbateke Kurd bi dehan seriyê keleman di mala xwe de diparêze û di zivistanê de dixwin.

Kelemên ku li Deşta Mûşê çêdibin, pir menşûr in.