Kelepora Cîhanê

Ji Wîkîpediya

Alayê ligel logoya Kelepora Cîhanê yê UNESCO
Kela Selahedîn (Sûrî)
Mizgefta Mezin a Dîvrîgiyê (Bakurê Kurdistanê, Tirkiye)
Qere Kilîsa (Dêra Reş) (Azerbaycana Rojava, Îran)
Pîramîda Keops (Gîze, Misir)
Peykera Azadiyê, li New Yorkê (DYA)
Qesra Eyt Benhadû (Maroko)
Chichen Itza, li Meksîkê
Shinto (Japon)
Şkefta Destan (Cueva de las Manos) li Arjentînê
Manastira Geghardê (Ermenistan)

Kelepora Cîhanê an jî şûnên Kelepora Çandî yê Cîhanê, ev şûnên ko ji layê Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wek Kelepora Cîhanê tên parastin. Li gorî lîsteya UNESCOyê 851 şûnên parastî hene li 140 welatan. Ji wan, 660 şiwînên çandî ne û ji aliyê mirovî ve hatin avakirin û 166 jî şiwînên xweristî ne. 25 ji wan him şiwînên çandî û him jî şiwînên siruştî ne.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ramana parastina şûnên Kelepora Cîhanê

Ramana parastina Kelepora Cîhanê ji sedsala 18'an û vir de dihere jî, ew hêla UNESCO di sala 1954'an de hate saloxdan:

„Damage to cultural property, belonging to any people whatsoever, means damage to the cultural heritage of all mankind, since each person makes its contribution to the culture of the world.“

(Wergera bi kurdî= Her zirarê ko tê tiştekî aborî, ne girînga ko eyda kîjan gelî be, tê maneyê zirareka mîratê dinê yê eyda mirovatî ye, çimkî her gel bi tevkirîyê xwe li mîratê dinê serzêdeyîyê dike)

Her sal komîteya mîratên dinê yê UNESCO di pûşperê de dicive û qerarên bo mîratên nûyên wan parastin nîşan dike.

[biguherîne] Krîterên aborî

  1. Şiwînekê ko wek şaheserek aferindêrîyê mirovahatî nîşan dide
  2. Şiwînekê bo herêmekê dinê, bo pêşketinên di teknolojî, avahîyê de bandorekê mezin ber dayî.
  3. Şiwînekê ko bêkêmasî an şahane kevneşopeka aborî an aborîyêkê ko winda bûyî nîşan dike.
  4. Şiwînekê ko şimşatê avahî, mîmarî, an teknolojîyê serdemekê an serdemên dinê temsîl dike.
  5. Şiwînekê ko neştîyê mirovahî an werzeyê serdemekê dinêyê derbaz bûyî nîşan dike û bi raborînê demê re ew taybetîya xwe winda kirî.
  6. Şiwînekê ko bêgengeşî û eşkera bûyer, şimşatê jiyanê, ramanên olî, hunerî û lîteratûrî bimane.

[biguherîne] Krîterên xweza

  1. Şiwînekê ko rindîyê xweza an herêmekê, an êstetîkê derekê nîşan dike.
  2. Şiwînekê ko bêkêmasî gavên çaxên dinê, guherînê jiyanê, prosesên jeolojîk, guherînên jeomorfolojîk nîşan dide.
  3. Şiwînekê ko bi şimşatekê şahane guherîn û prosesên okolojîk, bîolojîk û guherînên welat, av, berav, derya, ajelan an gil û giyan nîşan dide.
  4. Şiwînekê ko têvalîyê bîolojîkê erdê û herêmekê nîşan dide û celebên êdî tehlîkayê winda bûnê îhtîva dikin û bo dinê bimane.

[biguherîne] Binêhere

Bermahiyên bêhempa yên cîhanê

[biguherîne] Girêdanên Derve