Kelt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kelt (latînî: celtae an galli, yewnanî: keltoi an galatai) gelekî di demên kevnar de li Ewropa û Anatoliyayê dijîbûn. Di edebiyata kevn ya gelên ewropayi de, navê kelt bo kesên ku li başur rojavayê Ewropayê an jî hin eşîrên Nîvgirava Îber û Galya dijiyan dihat bikaranîn. Zimanê gelên keltî jî yek ji şitlên zimanên hind û ewropî ye[çavkanî hewce ye].

Aviriyek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek gel û eşîran peyva kelt ji bo niyasandina xwe bikaraniye. Lê heta berî sedsala 18ê ji bo tevaya gelên ku bi zimanek ji zimanên keltî diaxivin nedihat bikaranîn. Di demên kevnar da, yewnanî û romanan peyva kelt an jî selt ji bo tevaya neteweyên bakurî ku xwediyê çandeke cuda bûn dihat bikaranîn.

Belavbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiqas niha xelkên ku bi zimanê keltî diaxivin tenê li beravên Okyanûsa Atlantîk dijîn jî, demekê zimanê wan zimanê baladest yê piraniya Ewropayê, ji Îrlendayê heta Nîvgirava Îberiyayê li rojhilat, û ji bakurê Îtalyayê heta Serbistanê li rojava, belav bûbû. Destkeftên şûnwarnasî an arkeolojî nîşandidin ku li pîtka (kopîtka) desthilatdariya xwe li sedsala 3ê berî zayîna Îsayî, kelt heta Ewropaya Rojhilat û Anatolya jî belav bûbûn.

Kelt di dema xweya herî belav bûyîn de li rojava Îrlenda, Înglistan, Spanya û Fransa, li rojhilat jî heta Mecaristan, li başûr heta Îtalya, û Anatoliya belav bû bûn.

Zimanên keltî

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Zimanên keltî

Ji aliya zimannasan zimanê keltî di malbata zimanên hind û ewropî yên rojava de ye. Zimanên keltî îroj jî li Wales (walesî, gallî an kimrî), Îrlenda (îrlendî), li wir di 1922an vir de bi îngîlîzî ve zimanê fermî ye, Skotlenda (skotlendî-galî in û li Bretagne (bretonî (ew ji aliya koçerên ji Brîtanya Mezin de Sedsala 5an de hat anî bû) tên axaftin. Manx an manks li girava Man di 1970an de mir, kornî li Cornwall di sedsala 18an de mir. Li nîvgirava Îber keltîberî hat axaftin.

Zimanên keltî gorî şuna tê axaftin di bin bandora zimanên li wir sereke (domînanat), wek li Brîtanya îngîlîzî, de mane.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Biwêjê Keltan di çavkaniyên yewnanî de 6. sedsala b.z. de wek Keltoi derbaz dibe.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]