Kemal Burkay

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kemal Burkay
Navê rastî
Kemal Burkay
Jidayikbûn1937(1937)
EsilKurd
PîşeNivîskar û Siyasetmedar
biguhêreBelge

Kemal Burkay helbestvan û siyasetmedarekî kurd e. Di sala 1937an da li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban ji dayîk bûye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Dibistana pêşîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piştî wê, di sala 1949an da çû dibistana mamostetiyê bi navê "enstîtûyê" li Akçedaxê, bajarê Meletiyê. Li wir û li Enstîtûya Dîclê (li Erxenî) xwend û di sala 1955an da xilas kir.

Di sala 1956an da îmtihanên lîsê jî da û li fakûlteya Huqûqê, li Enqerê qeyd bû. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekî jî li gundekî Enqerê) him jî kete îmtihanên huqûqê. Huqûq jî di sala 1960 da xilas kir.

Di sala 1964an da li Xarpêtê (Elezîz) dest bi awûqatiyê kir. Li wir, her usa jî bi navê "Çira" û bi zimanê tirkî kovareke çandeyî derxist. Ev kovar şeş hejmar derket.

Du sal şûnda buroya xwe bir Dêrsimê. Li wir jî bi navê "Ezilenler" (Kesên Bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket.

Di sala 1965an da bû endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP). Bo avakirina rêxistinên TİP ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat nîşan da. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvebirinê a Giştî.

Ji ber nivêseke wî li ser pirsa kurdî, ku di sala 1966an da li Kovara "Yeni Akış" derket, di sala 1966 da hate girtin û çar mehe di hepsê da ma.

Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969an û 1971ê da sê caran hat girtin, salekî zêdetir di hepsê da ma. Pişt ra, mecbûr ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piştî wê jî çû Ewropa. Li der welat du sal ma.

Di sala 1974an da li Tirkiyeyê hikûmat guharî û efû derket, Burkay vegeriya Tirkiyeyê. Tevî hin hevalên xwe Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) sazkir û bû sekriterê partiyê. Partî veşartî bû.

Partiyê di Hezirana sala 1975an de bi navê Özgürlük Yolu (Riya Azadî) dest bi weşana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpel bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piştra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa kurdî dihate sekinandin. Berê tenê tirkî bû. Piştî hejmara 6an tê da kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên din ê nivêsand. Riya Azadî li welat 44 hejmar derket.

Di sala 1977an da Partiyê "Roja Welat" derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, nîv nîvê bi kurdî û tirkî bû. Hejmara pêşîn 20 hezar çap bû. Yên din ê her yek 30 hezar bûn. Yek - du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hikma leşkerî hate girtin 12 hejmar derket.

Partiyê di van salan da, her usa jî, "Weşanxana Riya Azadî" vekir û dest bi weşanên kitêban kir. Ew kitêb hinek bi kurdî, hinek bi tirkî bûn; lê li ser dîrok, ziman, çande û civaka kurd bûn.

Lê zilm û zordariyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Hemû dihatine komkirin û di derheqa nivêskar û berpirsiyarên weşanan da dawe vedibûn. Li dawiyê jî, di sala 1979an da hikma leşkerî (gerandina awarte) ew weşan bi temamî sekinandin. Ji ber êrîşên giran, Burkay û hin hevalên xwe, di sala 1980'yî da mecbûr man derketin der welat. Piştî wê jî partiya wan li welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo wî êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandeyî li der welat bi rêva bir.

Partiyê li derveyî welat Riya Azadî bi kurdî û tirkî cardin derxist. Riya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybet, giha 142 hejmarî.

Burkay, ta ji 17-18 salê xwe dest bi nivêsandinê kirîye. Berê tenê bi tirkî dinivêsand. Wê wextê kovar, rojname û kitêbên kurdî di dest da tinebûn û wî jî xwandin û nivêsandina kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkiyeyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivêsên kurdî xwe nîşan dan û çend kitêbên kurdî derketin. Burkay piştî sala 1972, ku derkete Ewrûpa dest bi nivêsandina kurdî kir û cara pêşîn di kovara Ronahî da nivêsand. Ew kovar li Almanya bi destê rêxistina "Hevra" derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.

Dema 1974an da ku vegeriya welat û wî û hevalên xwe Riya Azadî û Roja Welat derxistin, wî jî di van weşanan da bi kurdî jî nivêsand.

Heta niha ji 30 zêdetir kitêbên wî û bi dehan jî brûşûrên (kitêbik, yan jî kitêbên piçûk, bin sed rûpelî) wî çap bûne. Beşek ji wan sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partiyê ne. Beşekî wan jî (ji bîstî zêdetir) berhemên çandeyî ne.

Di 2003an de ji serokatiya PSK îstîfa kir.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhemên Burkay ên çandeyî ku heta niha çap bûne ev in:

  1. Yasamanin ôtesînde (Li Wî Alî Jîyanê); roman, bi tirkî; di sala 1964 da di rojnama "Vatan" da derket. Wek kitêb çap nebûye.
  2. Prangalar; siêr, bi tirkî; di sala 1966 li Enqerê, di nav weşanên "Memleket" da çap bû.
  3. Helbestên kurdî; siêr, mars û fabl; bi kurdî; di sala 1974, li Almanya, di nav "Weşanên Ronahî" da derket.
  4. Dêrsîm; siêr, bi tirkî, di sala 1975 li Enqerê, di nav weşanên "Toplum" da derket.
  5. Dawiya Dehaq, pîyesê manzûm (lîstika teatir e, bi siêr); him bi tirkî him bi kurdî, berê di kovara Riya Azadî da derket, piştra di nav weşanên Riya Azadî da li der welat,, piştî wê jî di nav Weşanên Deng da li Stembolê çap bû.
  6. Aliko û Baz; Kitêb bo zarokan; bi kurdî, sala 1988, li Stokholmê, di nav "Weşanên Roja Nû" da çap bû. Piştra bi zimanê Almankî, di nav Weşanên Komkar da çap bû.
  7. Dersên Zmanê Kurdî; bi navê Baran; sala 1988, di nav Weşanên Roja Nû da derket.
  8. Azadî û Jiyan; Hin siêrên ku ji du kitêbên wî ên berê (ji Prangalar û Dêrsim) wî hilbijartîye û kirîye kurdî û tevî Tirkiya wan çapkirîye. Di sala 1988 da, di nav "Weşanên Roja Nû" da çap bûn; piştra, sala 1993, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da cara duwemîn çap bûn.
  9. Çarîn (Rubaiyên kurdî), sala 1992 di nav Weşanên Roja Nû da çap bûn. Cara duwem sala 1996, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da, tevî Tirkiya wan çap bûn. 244 heb in û temamiya wan eslê xwe kurdî ne û piştra bi destê Burkay bûne tirkî.
  10. Kürtler ve Kürdistan (Kurd û Kurdistan); li ser erdnîgarî, dîrok û edebîyata kurd e; 544 rûpel, bi tirkî; sala 1992 li Stembolê, di nav Weşanên Deng da derket. Heta niha du çapên teze çêbûn. Ew kitêb li Bulgaristanê, bi zimanê Bulgarî, li Yewnanistanê jî bi zimanê Grêkî çap bû.
  11. Yakilan sîîrîn Türküsü (Kilama Siêrê ku hat şewitandin); siêr, bi tirkî, sala 1993, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da derket.
  12. Berf Fedî Dike; siêr, bi kurdî, sala 1995, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da derket.
  13. Can Tasir Dîcle (Dîcle Can Dikisîne Dibe); siêr, bi tirkî; di sala 1998, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da çap bûye.

Wek Werger:

Hin kitêbên ku Burkay ji kurdî wergerandine tirkî; yan jî ji zimanên din kirine kurdî ev in:

  1. Şivanê Kurd, ji Erebê Şemo, roman; sala 1977 li Stembolê, di nav Weşanên Riya Azadî da, tevî Kurdiya wê çap bû.
  2. Destana Memê Alan; Berevoka Lescot; sala 1978 li Stembolê, di nav Weşanên Riya Azadî da, tevî Kurdiya wê çap bû.
  3. Kulîlkên Çiya; siêrên Eskerê Boyîk; li sala 1979, li Stembolê, di nav Weşanên Riya Azadî da, tevî Kurdiya wê çap bû.
  4. Willîam Tell, ya Katharîna Scherman, ji Îngîlîzî wergerandîye kurdî; di sala 1993, di nav Weşanên Roja Nû da derket.

Hin siêrên wî hatin wergerandin û bi zimanê Îngîlîzî, Almankî, Îtalyanî, Bulgarî, Yewnanî, Erebî û Farisî di kovarên beyanî da yan jî di berhevokan da çap bûn. Berhevokek ji siêrên wî bi navê "Helîn" bi zimanê Almankî di nav Weşanên KOMKAR da derket.

Kemal Burkay di 30-40 salê derbasbûyî da di gelek kovar û rojnamên tirkî (wek Warlik, Dost, Papîrüs Yarina DoÎru, Yenî Toplum, Sesîmîz) û yên Kurdan derxistine (wek Çira, Yenî Akis, Ezîlenler, Ronahî, Riya Azadî, Roja Nu, Dengê Komkar, ôzgür Gelecek, Deng, Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze) yên edebî û sîyasî da û bi gelek navan nivêsandin. Yên heyî da hîn jî dinivêse. Bona vê yekê, bi zimanê kurdî sê - çar kitêben wî ên din jî hene ku bi navên din hatine nivêsandin û niha naxwaze wan aşkere bike...

Çend berhemên wî jî, di demên rev û veşartinan da wenda bûn. Di nav wan da berhevoka sairên Tirk û gelek siêrên Lafonten hebûn, ku wî ew wergerandibûn kurdî û ji bo çapê hazirkiribûn, her usa jî, du pîyesên wî...

Hin kitêbên wî ên teorîk û yên ku ji nivêsên sîyasî pêk tên jî ev in:

  1. Türkîye Sartlarinda Kürt Halkinin Kurtulus Mücadelesî (Di mercên li Tirkiye têkoşîna ji bo rizgariya gelê Kurd); lêkolîn, bi tirkî; Weşanên Ronahî, 1973, li Almanya, bi navê Xidir Murad.
  2. Mîllî Demokratîk Devrîm (Şoreşa Netewî-Demokratîk); lêkolîn; bi tirkî, Weşanên Ronahî, 1973, Li Almanya.
  3. Sosyal Emperyalîzm Sorunu ve Türkîye de Maocu Akim (Pirsa Emperyaliya Civakî û Tevgera Maoîstî li Tirkiye); lêkolîn, bi tirkî; Weşanxana Riya Azadî, 1976-Enqere.
  4. Mîllî Mesele ve Kürdîstan da Feodalîte-Asîret (Pirsa Netewî û Feodalî-Eşîrî li Kurdistanê); lêkolîn, bi tirkî, Weşanxana Riya Azadî, 1976-Enqere; bi navê C. Aladax.
  5. Kürdistan in Sömürgelesmesî ve Kürt Ulusal Hareketlerî (Kurdistan çawa bû Kolonî û Tevgerên Neteweyî ya Kurd); lêkolîn, bi tirkî, Weşanxana Riya Azadî, 1978-Enqere.
  6. Devrîmcîlîk mî Terorîzm mî? (Şoreşgerî yan Terorîstî?); lêkolînek li ser PKK; bi tirkî; Weşanxana Riya Azadî, 1984, li Ewrûpa.
  7. Kürt Sorunu, Baris ve demokrasî (Pirsa Kurd, Haşitî û Demokrasî); hin nivêsên tirkî ku di kovara Deng û Rojnama Azadî da derketibûn, Weşanxana Deng, Stembol; bi navê Alî Dîclelî.
  8. Seçme Yazilar, Cîlt 1 (Nivêsên Bijarte, cild 1); bi tirkî, Weşanxana Deng; 1995-Stembol.
  9. Seçme Yazilar, Cîlt 2 (Nivêsên Bijarte, cild 2); bi tirkî, Weşanxana Deng, 1996-Stembol.

Çavkanî û malperên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]