Kemal Sîdo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kemal Sido dîrokzan û nivîskarekî kurd e.

Dr. Kemal Sido sala 1961-ê li gundekî nêzîkî Efrînê, başûr rojhilatê Kurdistanê/Sûriyê ji dayîk bûye. Ewî dibistana seretayî û navendî li li gundên Gewrika, Cholaqa û li bajarê Efrînê û di dûre li Helebê tewawkiriye. Ewî hîna di salên dibistana sertayî de tevlî xebata siyasiya li herêmê bûye û hezkirina xwe ji nirxên netweyiyên kurd re bi wêrekî nîşandaye. Sala 1980 ew cara dawî ji Sûriyê derdikeve. Ew diçe Moskoyê û li wir li zanîngeha Patrîs Lumumba dest bi xwendinê dike. Piştî hatina wî ya Moskoyê ew bi şêweyekî çalak tevlî têkoşîna siyasiya xwendekarên kurd dibe, sala 1985 dibe serokê Komela Xwendekarên Kurd (KSSE) liqê Moskow. Di wan salan de ew gelek zehmetiyan dibîne. Tevgera Rizgarîxwaza Kurd di rewşeke zehmet re derbasdibû. Ewî herdem dewa yekîtiya hereketa kurd dikir û daxwaza avakirina kongireyeka giştî bo hemî rêxistinên kurd dikir. Ewî bi xurtî li dijî „şerê birakujîya“ di nav hêzên kurd de radiwestiya. Ji ber van helwêstan ew rûbirûyî dijminatiya hin aliyan dibe, nemaze hin beşên Partiya Komunîsta Sûriyê, Tudêya Iranê û alîgirên wan yên kurd. Ew bêwestan li dijî ferhenga şexsperestiyê, nebûna dêmokratiyê di hundirên rêxistinên li Sûriyê, Iraqê, Îranê û Tirkiyeyê derdiket.

Sala 1986 ew zankoyê diqedînê û dibe magîstirê zanistiyên dîrokî. Babeta dîploma wî jî “Peywendiyên rûs û kurdan ji 1853 –1917“ bû.

Di eynî salê de ew dibe aspîrentê Înstîtuya Rojhilatnasiya Moskoyê – Beşê Lêkolînên Kurdî yên nûjen. Sala 1989-an ew têza doktoriyê li ba Prof. Dr. M. S. Lazarêv diqedîne. Babeta têza wî „Rusiya û Pirsa Rojhilat di hîstoriografiya ereb, tirk, fars û kurdan de“ bû. Di wê salê de ew dereceye (Dr. phil.) di zanistiyên dîrokî de werdigre.

Piştî ku ew demeke kurt li Lîbya (dawiya 1989 destpêka 1990) dimîne, ew zivistana 1990 derbasî Almanya, bajarê Marburgê dibe.

Dr. Kemal Sido ji 2001 endamê partiya almanî Partiya Azad a Demokrat (FDP) ye, ew herwiha endamê serokatiya partiyê yê Marburg-Biedenkopfê ye û di partiyê de berpirsê karûbarên Ewropa ye. Ew herweha endamê Komiteya Navneteweyî ya FDP, Herêma Hessenê, ye.

Dr. Kemal Sido ji 2002 de serokê Meclîsa Biyaniyên bajarê Marburgê ye. Ew herwiha endamê PEN a kurd e.

Hin nivîsên wî[biguherîne]

  • Rusiya û Pirsa Rojhilat di hîstoriografiya ereb, tirk, fars û kurdan de, 16 r. (rûsî)
  • (Peywendiyên rûs û kurdan ji 1853 –1917), Moskva, 1986.?128 s. (rûsî)
  • Liqa mah al-alima alä-asovyetie al-muchtasa fi etnografiet al?akrad T.F. Aristova, Gel, Nr.14, adar 1985, r. 4. (erebî)
  • Safahat min altarich alqadim: Alembaratoria almidia, Gel, Nr. 37, 1986.r.3 (erebî)
  • Waqfa mah al-profesor al-kurdi al-asovyeti Haci Cundi, Gel, Nr.20, 1986, r. 4.(erebî)
  • Alqadia alkurdia min wghat nadar Islamia, di : Cudi, Nr. 2, 1990, Ann Arbor, MI, USA. r. 9?14 (erebî)
  • Ez gazî xûşk û birayên xwe dikim: kurd li Ermemnistanê, Riya Teze, 6. adar 1991, Yêrêvan, r. 4 (kurdî)
  • Wa intahat um almaarek, di: Dengê xwendevan, Nr. 4., 1991, Sofia, r. 4 (erebî).
  • Al-garaed al-arabia wa dihaya al-muadiya lil qadia alkurdia, Cudî, Nr. 4, 1991, Ann Arbor MI, USA. r. 3?17. (erebî)
  • Sovjet Kürdleri, di: Cudî, Nr. 6, tebax 1991, Bochum, S. 39?40. (tirkî).
  • Die Kurden in der ehemaligen Sowjetunion: Ihre Zukunft ist ungewiss. Pogrom Nr. 164. März/April 1992, Göttingen. S. 49?51. (almanî)
  • Chend keser ji dervayî welat, helbest, Druck, Satz & Verlag. GmbH Marburg 1992. 74 r. (kurdî).
  • Riya azadiyê: Kushtina Musa Enter, Welat Nr. 73. tîrmeh 1993, Istanbul. (kurdî)
  • Pêşketina civaka Kurdistan û azadiya neteweyî, Welat Nr. 83, îlon 1993, Istanbul. (kurdî).
  • Konferenz in Krasnodar:zur Situation der Kurden in GUS-Republiken, Pogrom Nr. 174, Dez. 93/ Jan.94, Göttingen. S. 49. (almanî)
  • Ji dîroka kêmnetew û olên Kurdistanê: cihû û cihûtî., Welat, Nr.102, 1994. r. 12.(kurdî)
  • Sprachführer Kurdisch, Blaue Hörner Verlag, Marburg 1994, 144 Seiten + Kassette. (almanî)
  • Al-dschalia al-yahudia al-kurdustania wa qadiat aschab al-kurdi attahruria, Sawt Kurdistan, Nr. 26, 1996, STYER; ÖSTERREICH. r. 14?15. (erebî)
  • Israeldeki Kürdistanli Yahudiler Camaati ve kürt halkinin kurtuluş mücadelisi, Özgür POLITIKA, 31.1. 1996, Isenburg. (tirkî)
  • Di navbera kurd û tirkan de, Israîl dikare qasidiya aştiyê bike, Israeli Kurdish Friendship League, AZ. WELAT; Nr. 54, 1997, Istanbul, S. 6. (kurdî)
  • General H. von Moltke li Kurdistanê, Az. WELAT; Nr. 84, 6-12 îlonê. 1997, Istanbul, r. 8-9. (kurdi)
  • Bi çavên Moltke Romkela, Bêreçûk, Riha, Az. WELAT; Nr. 97, 6-12 berfanbar. 1997, Istanbul,r. 4-5. (kurdî)
  • Rusiya û Pirsa Rojhilat di hîstorîografiya welatên rojhilata nêzîk û navîn de (dawiya sedsala 17. heta salên heftiyî sedsala 19.), Blaue Hörner Verlag, 1996 Marburg. (rusî) kurtenaverok bi almanî û înglîzî. ISBN 3-926385-23-5.