Kenan Evren

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kenan Evren (* 17'ê tîrmehê 1917 li Alaşehir a parêzgeha Manisa) general, pêşengê cûntaya leşkerî ya 12'ê rezberê 1980'î, serokkomarê berê yê Tirkiyê ye.

Di sala 1936'î de li dibistana leşkerî ya Maltepe destbi perwerdeya leşkerî dike. Di salên 1958 û 1959'î li Koreyê dixebite. 5'ê rezberê 1977'î de dibe fermandarê artêşa bejayî (reşayî) û di 7'ê adarê 1978'î de jî dibe serokê serkaniya artêşê.

Pêşengê cûntayê[biguherîne]

Evren bêhtirî bi cûntayê û pêşengiya xwe tê naskirin. Di nava sazûmaniya Tirkiyê de ji bera "Amerîkaparêz" de cihdigirt û bi plansaziya DYAyê, ji bo pêşîgirtina tirs û xetereya destdanîna çepgîran a desthilatê û kontrolkirina bipêşketina hêzên Kurdistanî di 12'ê rezberê 1980'î de bi operasyoneke leşkerî dest dide ser sazûmaniya Tirkiyê. Parlamanê vedigire, partiyên polîtîk betaldike û serokwezîr û hemî rayedaran ji peywirdariyê dertîne. Seranser li Tirkiye û Kurdistanê operasyonên leşkerî lidardixe û sazûmaniya awarte îlandike.

Bi texmînî kiryarên cûntayê[biguherîne]

  • 250.000 mirov tên êşkencekirin (ji xeynî statîstîkên Kurdistanê).
  • 650.000 kes tên girtin.
  • 210.000 dozên polîtîk tên vekirin.
  • 7.000 kes bi doza îdamê tên darizandin
  • 1.683.000 kes wekî mirovên "bi xetere, nebaş" tên îlankirin.
  • 50 kes bi fermî tên xeniqandin.
  • 388.000 kes cezayê derneketina welêt werdigire.
  • 30.000 kes ji karmendiya dewletê tên derêxistin.
  • 14.000 kes ji hevwelatiyê tên derêxistin.
  • 171 kes tê qebûlkirin ku bi êşkenceyê hatine kuştin.
  • 2.315 kes di navendên polîs de jiyana xwe jidestdidin ku tê texmînkirin bi êşkenceyê ye
  • 300 kes "bi şikê" jiyana xwe jidestdide.
  • 937 fîlm tên qedexekirin.
  • 23.677 komele tên qedexekirin.
  • 3.854 mamoste, 120 mamosteyên zanîngehan, 47 dozger ji kar tên derêxistin.
  • 400 rojnamevan bi cezayê 4.000 salî tên darizandin.
  • 3.315 sal û 6 meh ceza ji rojnamevanan re tê birrîn.
  • 3 rojnamevan rasterast tên kuştin.
  • 300 roj weşana rojnameyan tê astengkirin, nikarin derkevin.
  • 39.000 kg rojname û kovar bi fermî tên rûxandin.
  • 144 kes "bi şikê" li girtîgehan jiyana xwe jidestdidin.
  • 14 kes di grevên birçîbûnê de dimirin.
  • 14 kes bi qesta "revê" tên kuştin.
  • 95 kes "ji ber ku fermana polîs û leşkeran guhdar nekirine" tên kuştin.
  • 73 kes "ji ber sedemên ku nayê zanîn" di destê leşkeran de jiyana xwe jidestdidin.
  • 43 kes "xwe kuştine" di destê leşker û polîsan de.

Para Kurdistanê dîsa assîmîlasyon, dîsa operasyon[biguherîne]

  • Axavtina Kurdî di jiyanê de carekê din bi fermî tê qedexekirin û bikaranîna bêjeya "Kurd" tê cezakirin.
  • Seferberiya axavtin û nivîsandina zimanê Tirkî tê lidarxistin û Kurdên temendirêj bi darê zorê fêrî Tirkî dikin.
  • Li seranser Kurdistanê operasyonên leşkerî tên lidarxistin, êşkenceyên curbecur tên kirin.
  • Bi hezaran Kurd tên windakirin.
  • Bi hezaran Kurd ji ber êşkenceyan seqet dimînin.

Evren piştî 3 salan îdareya leşkeriyê, hikûmetekê avadike û bendê hemî desthilatdariyê dixe destê xwe. Di şertên tirsnak û dijwar de destûra bingehîn a ku leşkeran nivîsandibûn bi gel dide qebûlkirin. Di dengdana 7'ê sermawezê 1982'î de destûra bîngehîn a nû tê pejirandin.

Evren êdî serokkomar e[biguherîne]

Piştî bicihanîna armancên cûntayê û avakirina hikûmetekê Evren xwe ji bo serokkomariyê pêşberê gel dike. Bi pejirandina destûra bingehîn ve di heman rojê de Evren dibe serokkomar. Heya roja 9'ê sermawezê 1989'î serokkomariyê dike. Evren niha li Marmarisê dijî û bi karê wênesaziyê re bilîdibe.

"Netekim Paşa"[biguherîne]

Tê zanîn ku Evren bi eslê xwe ne Tirk e, Boşnak e. Ji ber wê bilêvkirina wî ya hin tîpan dişibiya Boşnakan. Di şûna "î" de tîpa tirkî ya "ü" bikardianî, heger "î" di bêjeyekê de du caran bihata bikaranîn a yekemîn dikir "e". Ji bêjeya "Nitekim - ango" pirr hezdikir lê wekî "Netekim" bilêvdikir. Ji ber wê navê wî bû "Netekim Paşa - Ango Paşa". Evren di mîzaha nivîskî ya Tirkiyê de cihekê girîng girtiye.

Hin gotinên Evren[biguherîne]

  • Asmayıp da besleyelim mi? - Nexeniqînin lê xwedî bikin?
  • Dibêjin polîsên me jop di jinan re dikin, ma çi hewceyiya wan heye, hemî jî xortên çak in.
  • Dewlet bavê we ye, ma hûn ji bavê xwe re ne rêzdar in?
  • Ji min wertir hunermendî tiştekê dijwar e, vaye ez jî wêneyan çêdikim, pirr hêsan e.
  • Mustafa Kemal Atatürk gotiye paşeroj di esmanan de ye lê hinek bêhiş hêj jî li erdê dinêrin.
  • Bi navê "Kurd" tiştekê nîne. Ka we bihîstiye? We dîtiye? Mîhraqên derveyî dixwazin welatê me parçe bikin, ji xwe re ev nav derxistine.