Kerboran
| Navçeya Kerboranê Dargeçit |
|
|
Dîmenek ji bajarê Kerboranê
|
|
|
|
|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
| Serbajar | Kerboran,kerburan |
|
|
|
| Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
| Hejmara gundan | 34 gund |
|
|
|
| Gelhe (2008) | 30.906[1] kes |
| Rûerd | 550 km2 |
| Berbelavî | 56,2 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | 37°32′46″Bk 41°43′13″Rh / 37.54611°Bk 41.72028°Rh |
| Gelhe (2008) | 15.666 kes |
| Bilindayî | 900 m |
| Koda postayê | 47750 |
| Koda telefonê | (+90) 482 |
Kerboran (bi tirkî: Dargeçit), navçeyeke Mêrdînê ye. Navê Kerboranê ji asûrî (Kher-Boran, Kfar-Boran, Kerbûran) tê. Gorî hijmartinên sala 2000'an nifûsa xwe 26 240 e. Li Kerboranê gellek dêr hene: dêra Arbaye Mor Sabo, dêra Arbaye Mor Gevargis, dêra Mor Kuruyakos, dêra Bethil. Rûedê Kerboranê 550 km² ye. Di sala 1987'an de ji Midyadê qetyaye û bûye navçe.
[biguherîne] Gundên Kerboran
Gundên dora Kerboran gelekin, dora 40 gundên Kerboran hene. Hindek ji van bi zilma devlete hatine valakirin (niha di van salên dawî de veger ji bona gunda heye, lê devlet tistê girîng weke arîkariya aborî ji bo gundî ya nakê, heta astengiya ji wara derdixê.
Gelek ji nav van gundan wek eşirî dihatin naskirin, berê wek; erebiya, basqiliya, omerkiya, elikiya, gundê sehida hwd dihatin naskirin.
Gelek ji van gunda wek bihistê (cinnetê) bun. Havîna bi fêkî û sînahiyên xwe reng didan xopana Kerboranê. Gundë berav wek Derêca,germero û sikeftika bi bexceyên xwe u fêkiyên xwes dihatin û tên naskirin. Her weha birincê Gûlbîs bi nav û deng bu li heremê. Tirihê hemu gundan bi gelek cureyên xwe hebun, wek;tirihé bilbizêkî, hesenî, libgolik, mezronê, tayifî, kerkus û gelek cureyén din. Petixê iwan, sebesê Behwaré, incorê Xelila, hejîrê Bêrkevan, dimsa Tîruwa u herweha cinneta Kerboran ava Germavé.
Navê van hemû gundan bi tirkî hatine guherandin ,em vê semezar dikin, gerek her der bi navê xwe orîjînal werin naskirin (emê navê wan bi tirkî jî paşî binîvisênin).
[biguherîne] Galerî
-
Newala Aşa li pişta Kerboranê
[biguherîne] Çavkanî
37°32′46″Bk 41°43′13″Rh / 37.54611°Bk 41.72028°Rh
|
||||||||||||||||||