Keremê Qolaxasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kerem Begê Zîrkanî hat beralîkirin)

Keremê Qolaxasî an jî Kerem Begê Zîrkanî (bi tirkî: Zirkanlı Kerem Bey an jî Kolağası Kerem Bey ) yek ji şervanên kurd ên di serhildanên Şêx Seîdê Paloyê û serhildanên Agiriyê ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kerem di 1880dan de li gundê Qiskaniye, li Qereyaziya Erziromê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Ehmed Begê Zirkî ye, ji giregirên eşîran Zirkî. Dayîka wî Cewê Xanim ji toriniyê Hesenan, ji Mala Emer e. Birayê wî Evdal jî weke Kerem şervan bûye. Kerem bi keça Mirad Axayê Dimilî ji gundê Kosa bi navê Hediye re zewicîbûye. Sê keçên wan bi navên Mihtesîme, Xêyriye û Xanim çêdibin[1].

"Alayê Hemîdiyê"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema avakirana hengên (alayên) Hemîdiye de Kerem dibe Qolaxasî yê alayeke eşîra Zirkî li Qereyaziyê. Di şerê cîhanê yê yekemîn de ew hêla gogsiye li dijî rûsan (ûris) diparêze. Kerem him li hember çeteyên ermeniyan him jî li hember Ûrisan şerên dijwarî dike[2].

Serhildanên Şêx Seîd û Agiriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî rakirina hengên Hemîdiyeyê, dewlet dixwaze Kerem û birayê wî Evdal tewqîf bike, ji ber ku wî çekên xwe teslîm nekiriye. Ew û birayê wî Evdal demeke dirêj fîrar in, heta ku serhildana Şêx Seîdê Paloyî dest pê dike. Di wê serhildanê de Kerem roleke mezin dilîze ew û siwarên xwe bi Xalid Begê Hesenî ve li herema Kela Xinûsê û Kela Milazgirê şerekî mezin li hember romê dikin. Çawa ku tê zanîn êv serhildan serfiraz nabe, belê Kerem jê saxî difilite. Du salan şûnda bi Ferzendê Emer ve tevli serhildanên Agiriyê dibe. Kerem yek ji şervanên herî giring, ê serhildanen Agiriyê ye. Gorî hin çavkanîyan şervanên kurd dixwazin di 1931'î de derbasê Îranê bibin, li ser sînor îxtîlaf di navbera wan û leşkerên Îranê ve çêdibe û şer dikin[3]. Di vî şerî de Kerem şehîd dikeve[4].

Kerem di kilamên dengbêjî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek kilamên Dengbêj Reso di derbarê Keremê Qolaxasî de hene[5]. Di kilama wî ya "axao", ya ku Reso avetiye ser Kilama Ferzende Beg û şervanên Agiriyê de behsa Kerem jî tê kirin[6]:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Aso Zagrosî: Keremê Qolaxasî bêxwediye? (romikî)[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Yeni Safak de rêznivîsek li ser alayên Hemîdiye, ji orîjînalê di 18 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 sibat 2012
  3. ^ Rezenivîs li ser kilamên nêzdîrokî di kovara Baga Heq de[girêdan daimî miriye]
  4. ^ Kurdica: Keremê Qolaxasî
  5. ^ Kilameke Dengbêj Reso li ser Xalid Begê Hesenî û Keremê Qolaxasî
  6. ^ Axao bi dengbê Dengbêj Şakiro