Kermirara

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kermirara (bi tirkî: Alakuş) gundekî girêdayî navçeya Qoser a girêdayî Mêrdînê ye.

Kermirara gundekî gelekî kevn e. Di nav gund e, bi taybetî herêma mizgeftê devereke dîrokî ye. Kermirara li ser gundekî kurdan ê berî Îsa hatiye avakirin. Gund di dîroka xwe de gelek caran hatiye dagirkirin û şewitandin. Navê wê yê Kermirara navê herî nû ye û di avakirina dawî ya dema Osmanî de ji aliyê kurdan ve hatiye lêkirin. Çîroka navê wê nayê zanîn.

Gundê Kermirara gelekî nêzî sînorê navbera Kurdistana Bakur û Kurdistana Binxetê ye. Di dema Komara Tirkiyeyê de gelek zilm û zorî dîtiye. Di darbeya 1980'yî ya artêşa tirk de, leşkerên Komara Tirk li qada gund êşkence bi gundiyan kiriye.