Kesayetiya pasîv-agresîv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kesayetiya passîv-agressiv hat beralîkirin)

Kesayetiya pasîv-agresîv yek ji cureyên kesayetiyên nexweş e. Nexweş elementên negatîv ên nerealîst û elementên pozîtîv ên nerealîst bi hevre di kesayetiya xwe de hihebîne. Li ser vê kesayetiyê gelek fîlm hatine çêkirin. Di van fîlman de mêrkuj, katil wekî mirovên pirr normal, rûbaş û di halê xwe de ne lê polîs piştî ewçend xebatan dibîne ku ew mêrkujeke mezin e. Her kes dikeve heyreteke mezin ka we kesê ewçend baş çawa mirov kuştine.

Hemî cureyên kesayetiyê yên nexweş bingeha xwe ji zaroktiye, psîkotrawmayan, tevgerên nebaş ên fêrbûyî, jiyaneka nesosyal û awarte, kêmbûna germiya hezkirinê di malbetê de hwd digire. Herwiha kesayetiyên passîv-agressîv jî.

Hin taybetiyên vê kesayetiyê yan hin mînak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweş pirr li dadmendiyê digere. Neheqiyeke piçûk pirr mezin dike lê bi xwe haya wê ji kirinên wê nîne. Dikare ji bo dora randevuyê serê hevalê xwe bişkîne.

Nexweş di civînan de rexneyên pirr zêde tûj, neheq û bêûjdan dike. Lê di civîna duyemîn de jî berevajî wê pirr pesnan dide.

Nexweş bo jina/mêrê xwe pirr zêde baş tevdigere lê ji bo derengmayîna xwarinê serê hevala/ê xwe dişkîne.

Dengê xwe dide partiya çepgîr lê heya tê malê poşman dibe ka çima nedaye partiya rastgîr.

Gorî statûkoya xwe ya di nava civakê de cureyên tevgerên wan jî diguhere. Di raman û tevgerê de dualî ne. Pirr caran xwe di nava civakê de ne wekî miroveke ku kesayetiya wê nexweş e lê wekî miroveke ji rêzê, baş vedişêre. Heger têkilya vê kesayetiyê bi hin nexweşî û tabloyên psîkologîk ên din re çêbe, dikane ziyanê bide xwe û derdorê xwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]