Kesmaşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kesmaşî navê xwarineke quşxaneyê ya ji hevîrê ye. Ji gelê cîran azerîyan derbasê pêjgeha kurd bûye. Li parêzgehên Erdêxan, Qers, Îdir û Erzîromê tê zanîn û xwarin.

Girikên hevîrê tên gindirandin (nişivandin, gêr kirin, tilorkirin, gildîkirin), ji girikan wekî werîsê, şirîtên ku bi qasî bêçiyê stûr in, tên vekirin.

Van şirîtan bi qasî 1 cm dirêjiyê de bibirrin. Parçeyên hevîri têxin quşxaneyeke ku ava wê dikele, bikelînin. Paşê bidarivînin û di rûnbirêşkekê de yan di heman quşxaneyê de di nava rûn de biqelînin.

Li ser daxwazê hûn dikarin ava lîmonê, hin biharbêhnan (biharat) pê werbikin. Lê pirranî ev xwarin ji bo ku çêja xwezayî ya hevîrê neşikê, bêî sos an biharatê tê xwarin.

Ango we dema girhûrikên xwe di nava rûn de qeland, ava wê berdin ser û dîsa bikelînin. Hûn dikarin mast jî tevlî bikin. Xwêya wê kontrol bikin û bi germî bînin ser destexaneyê.

Hin kes beriya ku hinekê girhûrikên hevîrê bikelinin, berê di nava rûn de diqelînin. Ev li ser daxwazê ye.