Kevan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kevanek.

Kevan amûra pê tîr tê weşîn, pekîn, avêtin e. Heya derketina barûdê, tîr û kevan di şer de, ji çekên sereke bûn. Niha tenê di werzîşê de tên bikaranîn.

Ji vir heya 64 hezar salan berê tîr û kevan hatine bikaranîn, bo wê bermahî hene. Bo şer, nêçîrvaniyê bûne. Kevan herî berê li Afrîkayê hatiye bikaranîn.

Serpêhatiya kevanê[biguherîne]

Gorî dîroknasên grekî nivîsîne mediyan tîr û kevanên gelek mezin bikardianîne. Ango tîr-kevanên mediyan ji yê ewropayiyan gelek mezintir bûne. Kurdan kevanên xwe ji darên kenêr, kevot, helhelokê (belalûk) çêkirine û ji hestiyan dox û girêdanên wê xemilandine. Bendên wê ji betanên dewaran bûn.

Xizanan ji xwe re tîr-kevanên çorsane çêdikirine. Li Kurdistanê bazaran de tîr û kevanên doxên wan bi zêr, zîv û lajwerdên din xemilandî jî dihatine firotin. Kevanên Soranan tîrên xwe heya 1 km jî dipekandine, di wêjeya devkî de wisa tê behskirin.

Bi qasî edebiyata devkî de hatiye bikaranîn em dizanin, mîrîtiya Soran tevayiya çekên serdemê bi xwe çêkirine. Dîsa li Kurdistanê gelek kargehên çekan hildiberînin hebûne. Li bajarê Semsûrê, herwiha li Erzîrom û Amedê, tîr û kevan dihatine çêkirin û li bazaran dihatine firotin.

Hin cureyên tîrên kurdî (ji wêjeya devkî)[biguherîne]

  • Kevanê kûsiyan, bi texmînî ev binavkirineke rengdêrî ye, ji yên herî çorsane û biçûk re gotine.
  • Tîrkaş, kevanên klasîk ên berê tîrê berî bi kevankêş tê bikaranîn re dibêjin. Ango kevan bi destê tê girtin, tîr bi bendikê li ser kebanê tê pêkandin
  • Kevanê kevankêşên serbaz, di artêşan de ji kevanên ku serbazan, fermandaran bikaranîne, cudiyatiya wan çi bûye lê xebatekê nehatiye kirin, nayê zanîn
  • Kevanê Suryaniyan (?)
  • Kevangeş (?)
  • Kevanê bidîklok, bo nîşangirtinê dîklokek wê heye
  • Kevanê Reşkotiyan (?)
  • Kevanê bi kursî, kevanên mezin ên pêdandî ne, li birc û dergehên mîran hatine bikaranîn
  • Pêşrev, bi texmînî kevanên mediyan ên grekiyan behsa wê kirine ev in