Kevirê mirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kevirê mirî yek ji lîstikên zarokên kurd e.

Zarok dibin du kom û dikevin pêşbirka serkeftinê. Her komek 3 kevirên dirêj diçikîne û wekî qeleya futbolê her komek kevirên koma dijber dike hedef û dide ber keviran. Lê leyîstikvanek dikare tenê 2 keviran bireşîne. Heger kevir li hedefa ketî rasthat, wekî cezayê ew kevir dîsa tê çikandin.

Ango vedijî. Ji ber wê navê vê leyîstikê kirine kevirê mirî. Zarok naxwazin kevirê mirî vejînîn û koma dijber biserxin. Di her rasthatina hedefê de mafê keviravêtinek zêde tê wergirtin. Bi dorê re li serkeftinê tê gerîn. Koma serdest gorî dilê xwe cezayê dide koma mastxuran, ango koma têkçûyî.