Kevirşîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kevirşîn (bi tirkî: Göktaş) gundekî girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê ye. Li Kevirşînê wekî cihekî dîrokî Qesra Hecî Bozo heye. Hecî Bozo axê gund bû. Mar digirt û piştî ku diranê wan radikir bera bîrekê dida. Ew bîr di zindana Qesrê de bû. Dema ku gundiyek an jî kesekî xerîb nebaşî bikira ceza dikir û bera nav bîra maran dida. Bi vî rengî ew ditirsandin û dikir ku tobe bikin. Hecî Bozo 140 salan li cîhanê maye.