Kewê sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kewê Sor
Alectoris-chukar-001.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Galliformes
Famîle: Phasianidae
Cins: Alectoris
Cure: A. chukar
Binecure: A. chukar kurdistanica
Navê zanistî yê latînî
Alectoris chukar kurdistanica
Meinertzhagen, 1923

Kewê sor, kewê gozel an kewê Kurdistanê (Alectoris chukar kurdestanica) [1], binecureyekî kewan e. Kewî Sor wek balindeyê neteweyî yê Kurdistanê tê dîtin.

Kewê gozel li hemû çiyayên Kurdistanê peyda dibe. Di berbanga sibehê de şiyar dibe, li ser latekî bilind disekîne û dixwîne. Dengê wî pirr xweş e. Künej xayîntiyê hem cinsê wî be qet bi saxî mirov nikare bigire.

Şayes û Xuyabûn[biguherîne]

Rengê Kewê gozel boz û qehweyiyeka vekirî ye. Li ser cavên xwe de badeke sorik derbas dibe û li pistê serê de bi bozbûna mûyan dibe yek. Heniyê kewê resik e û wek gûsikek cavan çarçove dike. Mûyên pistê bi rengên qehweyiya vekirî ne, lê rengê boçik û yê mûyên di bin basan de boz in. Rengê nikil, ling û derdora cavan sor in.

Kewê zinaran (Alectoris graeca) li çiyayên Alpê de dijî ku nêzî kewê sor e, lê rengê wî cuda ye.

Dengê Kewê gozelê[biguherîne]

Dengê Kewê gozelê wisa xuya dike:

  • çûk...çûk...çûk... parçûk... çûkar-çûkar-çûkar.

Bi vî dengî Kewê gozel ji boy kombûne bang li hev dikin. Herwiha, Kewê gozelên nêr vî dengî bikartînin da ku kewên din ên nêr hişyar bikin. Dema ku kew ditirsin û difirin dengekî wek "fir-fir-fir" derdixin. Li gorî lêkolîneran ev deng fonksyona tirsandina dijminên li erdê digire. [2]

Warê Kewê gozelê[biguherîne]

Kewê gozel

Cihê ku kewê gozel dijîn ji Balkanan û Tirkiye (bi taybetî Kurdistan) heta Asyaya Navîn digihêje. Herwiha, kewên gozel li Amerîkaya Bakur, li Hawaii, liZelandaya Nû û li Afrîkayê Başûr hat berdan da ku li wir jî xwe belaw bike. Lewra nêzî 14 cureyên kewê gozelê hene. Li Ewropayê cureyê bi navê A. c. cypriotex li Bulgaristanê, li Ege, li Kreta, li Rodos, li Tirkiye û li Kurdistanê peyda ye. Cureyekî din bi navê A. c. chukar jî li Afganistan, Kaşmîr, Hîmalaya û li Nepalê dije.

Agahiyên li ser jiyana kewê gozelê[biguherîne]

Ji 20 heta 40 hêkan dikin. 21 rojan qurp rûdinin, çîcikên wan di roja 24an de derdikevin û bi diya xwe re li xwarinê digerin. Pirr zîrek in, dema mirovan dibînin xwe hema vedişêrin û diya wan hema li nav ningê mirov digere ku çîcikên wê xwe vedişêrin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. R. Meinertzhagen,1923
  2. Hans-Heiner Bergmann; Hans-Wolfgang Helb; Sabine Baumann; Die Stimmen der Vögel Europas – 474 Vogelporträt mit 914 Rufen und Gesängen auf 2.200 Sonogrammen, Aula-Verlag, Wiesbaden 2008, ISBN 978-3-89104-710-1; S. 81.

Pirtûk[biguherîne]

  • Heinz-Sigurd Raethel; Wachteln, Rebühner, Steinhühner, Frankoline und Verwandte, Verlagshaus Reutlingen, Reutlingen 1996, ISBN 3-88627-155-2

Girêdanên derve[biguherîne]